Baregeha Heşdî Şabî ya li Xurmatoyê hat bombekirin
Baregeha Heşdî Şabî ya li Xurmatoyê hate bombekirin. Kuştî û birîndar hene.

Baregehek Heşdî Şabî ya li navçeya Xurmato ya Selehedînê hate bombekirin. Hat diyar kirin ku kuştî û birîndar hene.
Serê sibehê li navçeya Xurmato ya parêzgeha Selahedînê baregeha lîwaya 52 a Heşdî Şabî hate bombekirin. Hat gotin ku kuştî û birîndar hene, lê hejmar nediyare. Li gor agahiyên ji nêzî cihê êrişê hatine girtin, piştî êrişê dukelek zêde ji nava baregeha Heşdî Şabî bilind bûye. Di nava 48 satên borî de gelek caran baregehên Heşdî Şabî li Enbar, Babil û Kerkûkê hatine bombebarankirin. Di encamê de 17 çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Nehat zanîn ku kê bombe kiriye.


