Barzanî: Em qebûl nakin zirar bigihije Rojava

Serokê PDKê Mesûd Barzanî derbarê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir û got; “Em qebûl nakin zirar bigihêje xwişk û birayên me yên li Rojava.”

1 deqe xwendin
Barzanî: Em qebûl nakin zirar bigihije Rojava

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî der barê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê de peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo agirbestê bikevin nava tevgerê û got: “Divê wisan lê neyê ku zirar bigihêje xwişk û birayên me yên li Rojava ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Serokê PDKê di peyama xwe de ragihand ku ew ji bo ku xelkê rojavayê Kurdistanê beramberî karesatan neyê, di nava hewldanan dene.

Herî dawî jî Barzanî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir û got: “Em bang li civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin, demildest alozî, şer û pevçûn werin rawestandin. Agirbesteke seranserî were ragihandin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê werin çareserkirin.”