Cemîl Bayik: Ji bilî Rêber Apo tu kes din nikare Kongreyê kom bike
Cemîl Bayik têkildarî pêvajoya siyasî û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.

Cemîl Bayik têkildarî pêvajoya siyasî û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.
Cemîl Bayik der barê komkirina ango pêkanîna kongreya PKKê got: “Ji bilî Rêber Apo tu kes nikare Kongreyê kom bike, di Kongreyê de wan biryaran bide. Divê her kes vê bizane. Ji ber ku yê ev tevger ava kirî û pêş xistî, Rêber Apo ye. Encex Rêber Apo dikare Kongreyê kom bike, bike ku Kongre biryaran bide. Ji dervey wî tu kes, rêveberiya PKKê yan jî kadroyên PKKê nikarin vê yekê bikin. Divê her kes bi zelalî vê bizane.”
Cemîl Bayik anî ziman ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û ji bo bikare bi rengekî azad bixebite, divê şert û merc bên afirandin, sîstema Îmraliyê were tasfiyekirin û destnîşan kir ku ev pêvajo wê ji bo her kesê bi sûd be, lewma divê ev firsendên dîrokî vale neçin.
Cemîl Bayik diyar kir ku piştî bangê daxuyaniyên ji qada navneteweyî hatin dayîn, erênî ne, lê belê divê hêzên ku ev daxuyanî dane di pratîkê de wezîfeû berpirsyariyên xwe bi cih bînin û wiha got: “Çareseriya Pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn tenê Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û kurdan eleqedar nake. Her kesê eleqeder dike. Ji ber ku îro navenda Şerê Cîhanê yê 3yemîn, Rojhilata Navîn e. Pir xwîn diherike. Rêber Apo dixwaze pêşî li vê yekê bigire. Dixwaze pêşî li şer bigire. Dixwaze demokratîkbûnê pêş bixe. Ev rewşeke li gorî berjewendiya her kesê ye. Lewma divê her kes gaveke pratîkî bavêje. Ji bo banga Rêber Apo pêk were, divê berpirsyariyên ku dikevin ser milê wan bi cih bînin. Divê ji Dewleta Tirk bixwazin ku gav bavêje.”
Cemîl Bayik bang li her kesê kir ku piştgiriyê bidin hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Cemîl Bayik bilêv kir ku pêngava azadiyê ya kûreyî divê bi hemû dostan re hîn bêhtir were mezinkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sîstema Îmraliyê bê derxistin.
Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik,bi vî rengî ye: “Serketina pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, helbet bi vê yekê re pêkan e ku Dewleta Tirk wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Pêşketina vê pêvajoyê, sedemê esas ê serketina wê Rêber Apo bi xwe ye. Temînata pêvajoyê ye. Lê belê encamdayîn jî girêdayî hewldanên beramber e. Her çendî ku Rêber Apo berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî girtibe ser xwe jî, hewl dide bi cih bîne, helbet ji bo cih anîna vê divê Dewleta Tirk jî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Encex bi vî rengî wê pêvajo pêş bikeve û encam bide. Lê belê ev tevger weke tevgereke îradeyî destpê kir û têkoşîna xwe didomîne. Tu carî nebû tevgereke ku li ser îmkanên hazir têbikoşe. Tu carî nebû tevgereke xwedî armanca hêsan. Her tim esas girt ku pêdivî bi çi hebe, têkoşîna wê bafirîne. Têkoşîna xwe bi temamî li ser vî bingehî meşand. Tu carî bêyî têkoşîn, daxwaza van gavan bavêje li dewletê nekiriye û nake jî. Ev ne li gorî heqîqeta Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya dimeşîne ye. Çi afirandibe, b


