Bêdengiya AKPê Tirkiyeyê dixe xetereyê
Divê ne tenê kurd hemû civaka Tirkiyeyê li hemberî vê helwesta hikûmeta AKPê ya xwe li ser pêvajoyê ferz dike bisekine û zextê lê bike ku gavên pratîk biavêje. Encax bi vî awayî li Kurdistan û Tirkiyeyê şoreşa civakî dikare pêkan bibe.

Tevgera Azadiya Kurdî di sedsala 21emîn de di nav veguhertineke dîrokî û radîkal re derbas dibe. Ev qonax êdî di nav literaturê de wekî ‘Serdema Aştiya Pozîtîf’ tê bi navkirin û cihê xwe digire. Ev meşa nû ya ku bi pêşengiya Rêber Apo û bi biryarên wêrek ên Kongreya 12emîn a PKKê şêwe girtiye, salek li dû xwe hişt. Tevgera Apoyî bi fesixkirina sazûmaniya xwe ya çekdarî û nîşandana îradeyeke bêhempa ya ji bo siyaseta demokratîk, hîmên aştiyeke mayinde ne tenê li Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn danî. Ev gava ku di 2025an de bi banga Rêber Apo ya 27ê Sibatê dest pê kir û bi şewitandina çekan li Şikefta Caseneyê û vekişîna hêzên gerîla yên li ser sînoran dewam kir, vekirina deriyê jiyaneke nû, azad û birûmet e.
Rêber Apo di banga xwe ya dîrokî de, şert û mercên ku PKKê tê de têkoşîn meşandiye û sedemên veguhertinê bi kûrahî danîn holê. Diyar kir ku encama pêşketinên 50 salan rê li ber qonaxeke nû vekiriye û ji PKKê xwest ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike da ku rêya siyaseta demokratîk bibe vebijêrka sereke. Tevgera Azadiyê li ser vê bangê bêteredut tevgeriya û di demeke kurt de bi lidarxistina kongreya xwe ya 12emîn, biryara fesixkirina sazûmaniya çekdarî wergirt. Ev helwest îspata herî mezin a girêdayîbûna bi xeta Rêbertiyê re bû. Jixwe, di 11ê tîrmeha 2025an de dema ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat tevî 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin, hemû dinyayê dît ku dema zemîna hiqûqî û siyasî amade be, Tevgera Apoyî ji bo aştiyê xwedî îradeya herî radîkal e.
Lê, di salvegera yekemîn a vê şoreşa pozîstîf de, bersiva dewletê û bi taybetî ya hikûmeta AKPê hîn jî di asta bêdengiyeke stratejîk û nêzîkatiyeke pragmatîst de asê maye. Aşkere ye ku AKP vê pêvajoyê ne ji bo demokrasiyê, lê ji bo konjonktura derve û berjewendiyên hilbijartinê wekî amûrekê bi kar tîne. Stratejiya desthilata AKPê ew e ku li herêmê destê xwe xurt bike û li hundir jî mixalefetê bêbandor bike ku bikaribe li gorî armancên xwe siyasetê bike. Li şûna avakirina pergaleke demokratîk, meyla mayindekirina pergala otorîter serdest e. Di vê xalê de, banga serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo avakirina ‘Koordînatoriya Siyasî’ wekî rojeveke nû derdikeve pêş. Ev bang, heke wekî îradeyeke çareseriyê ya ji nav dewletê were xwendin, dikare bibe zemîneke fermî; lê heya statuya Rêber Apo wekî sermuzakerevan neyê naskirin û ew negihîje şertên xebata azad, ev hewildan wê kêm bimînin. Rêber Apo gelek caran bi bersivdayîna xwe ya erênî ya ji bo banga Bahçelî, nîşan da ku ew ji bo aştiyê her tim vebijêrka herî maqûl û aqilane ye.
Di bingeha vê Entegrasyona Demokratîk de sê qanûnên bingehîn hene ku Rêber Apo pêşniyar kirine: Qanûna Civaka Demokratîk, Qanûna Hemwelatiyê Azad û Qanûna Rêveberiya Xwecihî ya berfirehkirî. Ev nexşerê, ji bo paqijkirina rêya siyaseta demokratîk derfetên zêrîn pêşkêşî hemû Tirkiyeyê dike. Lê belê, heya niha dewletê di pratîkê de ti gavên hiqûqî neavêtine. Rapora komîsyona meclisê her çend erênî be jî, di pratîkê de nehatiye bicihkirin. Gotinên rayedarên AKPê yên ku dibêjin pêvajo dimeşe, di rastiyê de rewşa heyî ya xitimiye rave nake. Ji ber vê yekê, erka ragihandina demokratîk û saziyên civakî ew e ku vê siyaseta AKPê ya mijûlkirinê teşhîr bikin û nîşan bidin ku aştî tenê bi avêtina gavên şênber pêkan e.
Di dawiyê de em dikarin bêjin ku Tevgera Apoyî bi fesixkirina PKKê û bidawîkirina şer, deriyê çareseriyek rûmetdar heta dawiyê vekir. Niha dora dewletê ye ku bersivek hiqûqî û siyasî bide. Bêdengiya AKPê ya li hemberî van gavên dîrokî, ne tenê pirsgirêka kurdî, lê siberoja demokrasiya Tirkiyeyê jî dixe metirsiyê. Aştî, dema ku civak bibe xwedî îrade û dewlet neçarî guhertina hiqûqî were kirin, dê bibe rastiyek mayinde.
Ji vî milî ve dema em saleke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dinirxînin, dikarin bêjin ku dewleta tirk hîn ne xwedî wê hişmendiyê ye ku nasnameya civakên cuda di çarçoveya qanûnî û destûrî de qebûl bike. Lê eger di vê mijarê de dewlet xwe neguhere û gavên şênber neavêje wê ne tenê pêvajoyê bixitimîne her wiha dê rê li ber aştiya civakî û demokrasiya Tirkiyeyê jî bigire. Lewma divê ne tenê kurd hemû civaka Tirkiyeyê li hemberî vê helwesta hikûmeta AKPê ya xwe li ser pêvajoyê ferz dike bisekine û zextê lê bike ku gavên pratîk biavêje. Encax bi vî awayî li Kurdistan û Tirkiyeyê şoreşa civakî dikare pêkan bibe.


