Exlaqê zimên
Mirov her peyvekê di vê gerdûnê de fêr dibe tenê ne tiştek an jî têgiheke; heman demê wate û nirxa ku ji wê têgihê re tê veqetandin e. Ziman girêdana mirov a civakî û helwesta mirov a exlaqî diyar dike.

Bikaranîna rast û durist a zimên mijareke civakî, çandî û sincî/exlaqî ye. Ev mijar dike ku divê mirov ziman tenê ne wekî amûrekî ragihandinê, her wiha divê wekî qadeke ku rasterast bi awayê hebûna mirovan ve girêdayî ye jî bibîne. Lewra mirov ne tenê hebûneke ramanî ye; ew di heman demê de hebûneke ku ramana xwe diyar dike û bi tiştên ku ew diyar dike jî cîhanê bi rê ve dibe û dişêwîne. Ji ber vê yekê, ziman tenê ne ji peyvan pêk tê; ew hilgirê nirx, niyet û berpirsiyariyê ye jî.
Mirov hem di gerdûneke zimanî de û hem jî wekî gerdûneke zimanî ji dayik dibe. Her peyvek ku ew di vê gerdûnê de fêr dibe tenê ne tiştek an jî têgihek e; wate û nirxa ku ji wê têgihê re tê veqetandin jî di xwe de dihewîne. Di vê bergehê de ziman amûra herî bingehîn e ku teşeyê dide cîhana ramanê ya takekesek û civakê. Belê, bandora ziman tenê bi vê yekê jî ne sînordar e. Ziman hem têkiliyên takekes ên bi kesan û kesên din re û hem jî girêdana wan a civakî û helwesta wan a exlaqî diyar dike. Ji ber vê yekê bikaranîna baş a ziman tenê behreyeke bedewkar an cerbeziyeke teknîkî ye, ew berpirsiyariyek exlaqî ye jî.
Ziman pirî caran tenê wekî amûrek ji bo derbirîna rastiyê tê hesibandin. Belê, ziman tenê rastiyê nîşan nade; derfetên derbirîna rastiyê ji nû ve diafirîne. Ziman li gel navê bûyerê wateya wê jî diyar dike. Bo nimûne, gava ku em tevgerek civakî wekî "serhildan" an "berxwedan"ê pênase dikin, em tenê peyvan bi kar naynin; di heman demê de helwestek exlaqî jî nîşan didin. Ji ber vê yekê, ziman ne amûrek bêalî ye; berevajî vê, ew hilgirê rê û rêbaz, perspektîf û pergala nirxan e jî. Ev hêza avaker aliyê exlaqî yê ziman hîn girîngtir dike. Lewra her peyva ku tê bikaranîn cîhaneke wateyî hildigire. Zimanê ku mirovekî biçûk dixe an bênirx dike, tenê zirarê nade takekes; di heman demê de zirarê dide civaka wî/wê jî. Berevajî vê yekê, zimanê berfireh,afirîner û rêzgir, di navbera mirovan de pirên tebût ava dike. Bi vî awayî, ziman wekî hêzekê derdikeve holê ku yan parçe dike yan jî digihîne hev.
Hem exlaq û hem jî ziman bandorê li hevdu dikin. Bi heman awayî, exlaqê kolektîf/hevpar ê zimên û aliyê civakî yê zimên bandorê li hevdu dikin. Exlaq ew rêber e ku hilbijartinên ku mirov di navbera rastî û şaşiyê de dikeve nav dudiliyê jî diyar dike. Ev rêber di bikaranîna ziman de jî xwe dide der. Kesê bi hesasiyeteke exlaqî ya pêşketî û bi baldarî peyvên xwe hildibijêre, bandoreke erênî li ser kesên pêşberî xwe dihêle. Di têgihîştineke wiha ya zimanî de, armanc ne avakirina serdestiyê ye; têgihîştin û ravekirin e. Berevajî vê, zimanek bê fikara exlaqî pirî caran dibe sedema manîpulekirin, xirabkirin û xapandinê. Bi taybetî di cîhana îroyîn de, bi lezbûna herikîna agahdariyê re, bikaranîna ziman a bi vî rengî xwe bêhtir nîşan dide. Xirakirina rastiyê, daxuyaniyên şaş û axaftina bihêrs, kerb û nifrînê, nîşaneyên rewşa ku girêdana navbera ziman û exlaq qels bûye, li ber çavan radixe. Ev rastî tîne bîra me ku exlaqê zimên tenê ne gotina ku em dibêjin, her wiha gotina ku em çawa û çima dibêjin jî diyar dike.
Ziman hem diyardeyeke takekesî û hem jî diyardeyeke civakî ye. Zimanê civatekê pêşanî, nirx çarçove û sînorên wê yên exlaqî nîşan dide. Zimanê civatekê çiqas bêhtir tevlîker, dadperwer û rêzdar be, çanda wê ya hevjiyanê jî ewqas sûdmend, xurt û erênî dibe. Aliyê exlaqî yê zimanê civakî, bi taybetî di têgihên wekî cudakirin, gotinên nifrînê û dadmendiyê de aşkera dibe. Ziman dikare cudahiya di navbera "me" û "wan" de tundtir bike an jî tundiyê ji holê rabike. Zimanê dûrxistinê yê li ser bingeha cudahiyên wekî nijad, zayend û baweriyê, aştiya civakî têk dibe. Berevajî vê, zimanê ku cudahiyên civakî bi awayekî erênî pêşwazî dike û rêzê li wan digire, qadeke jiyana hevpar diafirîne. Ji ber vê yekê, bikaranîna ziman tenê ne berpirsyariya kesan e, di heman demê de berpirsyariya saziyan û medyayê ye jî. Ziman, ku di her warî de ji perwerdeyê bigire heya siyasetê, ji medyayê bigire heya jiyana rojane tê bikaranîn, aliyê exlaqî yê civakê dişêwîne.
Mîrateya zimanekî, aliyên wî yên civakî û çandî jî diyar dike. Ziman bîra çandekê ye. Gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok, çîrvanok û berhemên wêjeyî nirxên civakê, ji nifşekî vediguhêze nifşekî din. Ji vî aliyî ve ziman tenê ne pirek e ku niha, di heman demê de rabirdû û pêşerojê jî bi hev ve girê dide. Belê, ev pir her gav nirxên erênî hilnagire. Dibe ku şêweyên zimanî pêşdarazî û ramanên cudakar ên rabirdûyê jî hilgire. Ji vê hêlê ve, hewce ye ku ziman bi çavekî rexnegir were nirxandin. Hişmendiya exlaqî ya ziman tenê ne parastina kevneşopiyan e, di heman demê de pirsyarkirin û veguherandina wan kevneşopiyan jî dide ser xwe..
Exlaqê zimên vîn, vîndarî û berpirsyariyê jî dixwaze. Lewra amûrê derbirîna vîna azad e. Vîna hilbijartina peyvan û diyarkirina wateyên wan bandorek girîng li ser takekes û û saziyan dike. Ji ber vê yekê, rewşa kesê ku ziman bi kar tîne bandora zimên jî diyar dike. Zimanê ku ji hêla rêber, mamoste, an nûnereke/î medyayê ve tê bikaranîn, bandoreke mezin li ser temaşevanan dihêle. Li vir, berpirsyariya exlaqî ya ziman hê zêdetir dibe. Zimanê kesên desthilatdar ên ku neheqî û bêdadiyê xurt dikin an jî newekheviyê kûr dikin, bandoreke neyînî li ser têkiliyên civakî dihêle. Ji ber vê yekê, ziman tenê ne derbirîneke takekesî ye, berpirsyariyek civakî ye jî. Ji bo vê ev berpirsyariyê, pêdivî bi bikaranîna zimên a bi baldarî, dadperwer û zelal heye.
Têkiliya navbera ziman û exlaq di hemû pêvajoyên perwerdehiyê de bi awayekî herî xurt derdikeve pêş. Zarok tenê ne bi rêya rêzikan; heman gavê bi rêya mînakan jî ziman fêr dibin. Zimanê ku ew pê rû bi rû dimînin, diyar dike ka ew ê çawa cîhanê û pêşketina xwe ya exlaqî bibînin. Ji ber vê yekê, divê perwerde tenê girîngiyê nede axaftina rast; her wiha divê girîngiyê bide bipêşxistina hişmendiya rast a ziman jî. Divê hêz û berpirsyariya peyvan ji bo xwendekaran were diyarkirin. Bi pêşxistina behreyên ramana rexnegir, divê hişmendî li dijî bikaranîna manîpulatîf a ziman were bikaranîn.
Îro, ziman bi rêya platformên dîjîtal bi awayekî zûtir û berfirehtir digihîje guhdar û temaşevanan. Ev rewş, bi qasî ku bandora ziman zêde dike, berpirsyariya wî jî zêde dike. Medyaya civakî çawa ku azadiya derbirîna ramanê pêşkêş dike, dikare şert û mercên berpirsyariya ziman jî diyar bike. Lezgînî pirî caran dibe sedem ku mirov zimanekî hişktir û tundtir bi kar bîne. Hawirdora dîjîtal, carisî, dezenformasyon (derew û vir) û gotinên nifrînê zû belav dike. Lewma bikaranîna zimanê exlaqî di serdema dîjîtal de ji her demê girîngtir e. Bikaranîna ziman, ji peyvê wêdetir berpirsyariyekê dixwaze. Ji bo wê divê tenê ne tiştên ku têne gotin, tiştên ku nayên gotin jî li ber çavan werin girtin.


