Heqîqeta li ser lêvê

Heke gotin xweda be ango heqîqet be, ne gengaz e ku em zimanê wê heqîqetê ango zimanê xwe ji nedîtî ve werin. Ne gengaz e ku nifşên nû ji derveyî çand û zimanê dayîkê mezin bibin. Nemaze dayîk û bavên ku bi çanda tirkî û çandên din mezin nebûne çawa dibe ku zarokên xwe berovajiyê kurdî mezin dikin? Oto-asîmîlasyon ji vir dest pê dike.

1 deqe xwendin
Heqîqeta li ser lêvê

15ê Gulanê, ji bo gelê kurd ne tenê rojeke di salnameyê de ye; ew rojeke bîranîn û hişê kolektîf e. Roja Zimanê Kurdî, her sal bi hestên cuda tê pîrozkirin, lê her carê di nav xwe de peyameke yekane dihewîne: Ziman, hebûna neteweyî ye, bê ziman, çand û dîroka dewlemend nikare bê parastin.

Ziman, amûrê sereke yê jiyanê ye. Ziman hebûna mirov nîşan dide. Hiş, aqil, fikir û raman bi ziman tên bilêvkirin. Heke ziman tune be, hebûna mirov jî nakokî ye. Lewra heqîqeta yekemîn li ser lêvan tê pênasekirin. Ango rastiya hevoka “destpêkê gotin hebû, gotin bi xweda re bû û gotin xweda bû” ziman e. Heke gotin xweda be, ziman jî ew heqîqet e ku xweda vedibêjê. 

Ziman û çanda kurdî jî bi vê boneyê berdevkiya heqîqetê dike. Lewra heke heqîqet kurdî, kurdewarî, çand û ziman be, berdevkê van heqîqetan jî helbestvan, hunermend, dengbêj, wêjevan û nemaze dayîk û şoreşger in. Kesên ku êş û elem kişandine dikarin rastiyê bînin ziman. Ziman, ji bo ku rastî were nîşandan êşbir û derman e ji bona hemû birînan. 

Loma jî, wateya Cejna Zimanê Kurdî ji pîrozbahiyekê zêdetir e. Ev roj, fikirandina li ser nasname, çand, hebûn û civakê ye. Lewra ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew bingehê avakirina civaka demokratîk û nasnameya azad e. Civaka demokratîk ne gengaz e ku bê ziman bi awayekî azad were birêxistinkirin. 

Tişta ku cejna Zimanê Kurdî watedar dike kevneşopî û dîroka wê ye. Lewra zimanê kurdî bingeha zimanên hînd-ewropî ye û ji ber wê jî ev dewlemendî li her derê xwe nîşan dide. Nemaze kurmancî û hemû zaravayên din ên kurdî di çanda aryenîk de cihê herî sereke û dewlemend digire. Ji ber wê jî zimanê me ne tenê amûrek e, her wiha ev nûnertiya xwebûn, dîrok, çand, kevneşopî û dîroka me dike. 

Modernîteya kapîtalîst li ser înkarkirina ziman û çandê pergala netewe-dewletê bi pêş dixe. Lewra cihê ku hiş û bîrdoziya netewe-dewletê hebe; yek ziman, yek çand, yek bawerî, yek gel û hwd. vesaz dibe. Asîmîlasyon û oto-asîmîlasyon bi vî rengî bi pêş dikeve. 

Tevî ku hemû dewlemendiya zimanê me yê kurdî û tevî ku hîn jî li her qadên jiyanê kurdî tê înkarkirin; oto-asîmîlasyon pirsgirêka kurdan a herî mezin e. Ji du-sê peyvên kurdî şûn de bi hêsanî ziman dizivire nemaze li ser tirkî û hwd. Nifşên nû bi awayê bişaftina navxweyî tên mezinkirin û ev karesateke mezin e. Lewra heke zimanê me qels bibe, ne tenê peyv wenda dibin, berovajiyê wê ev tê wateya jibîrkirina bîr, çand û hişê hevpar. 

Di vê xalê de parastina zimanê kurdî ji tercîha kesayetî zêdetir berpirsyariya civakî ye. Li dijî tunekirin û înkarkirina ziman pêwîst e fikr û hiş di destpêkê de li ser zimanê dayîkê were avakirin. Wekî din hemû hînbûnên din dê qels bimînin. 

Heke gotin xweda be ango heqîqet be, ne gengaz e ku em zimanê wê heqîqetê ango zimanê xwe ji nedîtî ve werin. Ne gengaz e ku nifşên nû ji derveyî çand û zimanê dayîkê mezin bibin. Nemaze dayîk û bavên ku bi çanda tirkî û çandên din mezin nebûne çawa dibe ku zarokên xwe berovajiyê kurdî mezin dikin? Oto-asîmîlasyon ji vir dest pê dike. Di encamê de, 15ê Gulanê ne tenê pîrozbahiyeke sembolîk e, ew bangeke ji bo şiyarbûn û berpirsyariya civakî. Parastin û bipêşxistina ziman, wekî şertên bingehîn ên avakirina civakekek azad û pir reng in. Ji ber vê yekê, Roja Zimanê Kurdî ne tenê vegera ber bi bîranîna dîrokê ye, di heman demê de, bibîranîna berpirsyariya avakirina pêşerojê ye jî.