Kurdino; li kurdî vegerin
Divê her kurdek, bi taybetî jî her xebatkar, têkoşer, şoreşger û peşengeke/î têkoşîna azadiya neteweya kurd, berî her tiştî li dijî her cureyê kurdîkujiyê bibe têkoşer, şoreşger, peşeng, hîndekar û mamosteyeke/î zimanê kurdî.

Di dîrokê de ji bo kom, gel, civat û neteweyan hinek roj û bûyer hene ku li ser dema wan a ku tê de dijîn û pêşeroja wan ji gelek milan ve bandoreke mezin dikin, ji bo wan dibin destpêka rewş û qonaxeke nû. Heta hin ji wan roj û bûyeran mohra xwe li rêgeh û rûgeha qedera wan didin, herikîna rûbarê wan diguherînin; resenbûn û xweserbûnên wan diparêzin û li ser reh û gehên wan berê wan didin asoyeke nû. Bi vî awayî ji wan re dibin remz û rojên sereke yên dîrokî.
15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo neteweya kurd xwedî wate û girîngiyeke wisa ye; ji bo me hemû kurdan rojeke dîrokî ye.
Ji ber rastiya hewldanên hovane yên li ser neteweya kurd û bi taybetî jî li ser zimanê kurdî ya van sed salên dawiyê Cejna Zimanê Kurdî jî di nav xwe de rastiyeke taybet dihewîne; ji cejnên tên zanîn gelek wêdetir e. Berî her tiştî di nav xwe de bîr, dil, hiş, giyan, viyan û şiyaneke parastin, berxwedan, serhildan, têkoşîn, raperîn, rexistinkirin, sazkirin û avakirina zimanê kurdî dihewîne. Çawa ku Newroz Cejna Kurdan a Neteweyî ye, 15ê Gulanê jî Cejna Zimanê Kurdî ya Neteweyî ye. Ji ber vê yekê, ne tenê bi rojekê, bi hefteyan, bi bername û çalakiyên cur bi cur, bi giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Li ser bingeha vê rastiyê, Cejna Zimanê Kurdî ji destpêkê heta roja me, bi bername, çalakî, xebat û awayên cur bi cur ên têkoşîna ji bo kurdî her sal di nav neteweya kurd de giyan, hişmendî, zanebûn û arîşe û motîvasyoneke parastin, pêşvebirin, rêxistinkirin û sazkirina zimanê kurdî û netewebûna kurd belav dike.
Tenê li gor têkoşîna 50 salan a me kurdan a lehengane, diviyabû têkoşîna ji bo zimanê kurdî li gel encamên xwe yên şênber li her derê ku kurdek lê dijî belav bibûya; lê sed mixabin ev yek ji vê rastiyê gelek dûr e. Ji ber vê divê em kurd bi giyanê seferberiya têkoşîna ji bo zimanê kurdî ya ji her milî ve, her rojê bikin 15ê gulanê û 15ê gulanê bikin her roj.
Em wek tevger, sazî, derdor û kesên ku pêşengiya têkoşîna azadiya neteweya kurd dikin bi qasî ku li dijî ‘dagirker’ ‘mêtinger’ û ‘serdestên biyanî’ wêrek in, her tiştên wan ên hovane tînin zimên û li dijî wan têdikoşin, divê herî kêm bi qasî wê, di nav xwe de jî li dijî kêmasî, nebesî û xeletiyên xwe jî bi awayekî wêrek têkoşîneke şênber û encamgir bin.
Dema ku em li gor vê heqîqetê binihêrin, em ê bi rengekî zelal bibînin ku gelek kurdên ku di partî, sazî, dezgeh û derdorên kurd de cih digirin -li gor têkoşîneke 50 salan a bêhempa- ji rastiya têkoşîna parastin, pêşxistin, rêxistinkirin, sazkirin û avakirina zimanê kurdî gelek dûr in. Niyeta wan çi be bila bibe; bi gelemperî sekn, nêzîkatî û kiryarên wan ên ku ji kurdî dûr in xizmeta bişaftin û helandina zimanê kurdî dikin. Sed mixabin di vê mijarê de dişibin ‘celad’ên xwe, dibin ‘hevparên kurdîkujiyê’. Mixabin, bandora vê yekê li ser bi milyonan kurdan pêk tê. Ev yek trajedî, xetere û ‘XWEkuştin’eke mezin e ji bo me kurdan.
Heke ku em hemû hêz, derdor û kesayetên kurd bi awayekê bêtirs û fikar mudaxeleyeke gelek radîkal, welatparêz, têkoşer û şoreşger li vê rewşa xwe ya kambax û dilsotîner nekin, li xwe, li zimanê xwe û nirxên xwe yên xwebûnî/neteweyî venegerin, bi jiyan û kiryarên xwe nebin têkoşer, şoreşger û pêşengên rast û dilsoz ên zimanê kurdî, dê hê zêdetir bibin ‘hevparên kujer û celadên kurdî’. Bêguman di rewşeke wisa de dîrok dê ti car vê XWEkujî, rûreşî û bêbextiyê ji bîr neke û dê bi neletî bi bîr bîne.
Divê em wek neteweya kurd vê rewşa dilsotîner bi ti awayî qebûl nekin û li dijî vê yekê, bi rengekî herî zelal, di asta herî jor de û rasterast helwesta xwe ya herî radîkal a şoreşger, têkoşer, welatparez û xwebûnparêz nişan bidin.
Divê her tevger û saziyeke me ya kurdan berî her tiştî wek sazî û tevgereke zimanê kurdî tev bigere. Divê hemû polîtîkayên nûjen ên kurdîkujiyê yên derdorên dijkurd li ber çavan bên raxistin û li dijî dorpêçkirin, dortengkirin û hewldanên nûjen ên helandinê yên li ser kurdî têkoşîneke mayînde û piralî bê meşandin, têkoşîna azadiya kurdî ya siyasî û hiqûqî, statuya ji bo zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî li her qadê bê bilindtirkirin û berfirehtirkirin.
Helbet ji bo pêşketin û encamgirtina vê yekê; bi taybetî divê em kurd di serî de li xwe vegerin; bi armanca pêşxistin û berfirehkirina hişmendî, rêxistinbûyîn hîndekarî û sazûmankariya zimanê kurdî, bi dirûşma ‘HER DEM KURDÎ, HER DER KURDÎ’, ‘EM HER DERÊ BIKIN KURDÎ-GEH’, li her mezra, gund, kolan, tax, bajarok, navçe û bajaran, ji mal û ocaxên zimanê kurdî bigirin heta kom, komun û civatên zimanê kurdî, ji meclisên zimanê kurdî bigirin heta kongreyên zimanê kurdî li her derê wargeh û jîngehên kurdî ava bikin, rêxistinbûyîn û sazîbûna xwe ya kurdî ji her alî ve û li her derê Kurdistanê û li her cihê ku kurdek lê dijî pêk bînin, her derê bikin mal, dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdî-geh!
Bêguman têkoşîna pêkanîna vê yekê, ne tenê erk, peywir û berpirsyariya saziyên zimanê kurdî ye; her kurdek erkdar, peywirdar û berpirsa/ê vê yekê ye. Wek hemû mijarên neteweyî, di mijara têkoşîna parastin, pêşvebirin, rêxistinkirin û sazkirina hemû pergal û mekanîzmayên kurdî de jî erk, peywir û berpirsyarî ya me hemû kurdan e; helbet bi taybetî jî ya hemû tevger, partî, sazî, dezgeh, platform, pêkhate, înîsiyatîf, derdor û kesayetên ku li ser navê kurdan pêşengiyê dikin, têdikoşin û dixebitin…
Berî her tiştî û ya herî girîng, divê her derdoreke kurd, li dijî her cureyê kurdîkujiyê teqez stratejî û polîtîkaya xwe ya der barê zimanê kurdî de û têkoşîna ji bo wê bi awayekî şênber diyar bike; li gor wê plansazî, karname û bernameya xwe ya demkurt, demnavîn û demdirêj amade bike, bi neteweya kurd re parve bike, ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de kadro, derfet û budçeyê veqetîne û li her derê Kurdistanê û her cihekî ku kurdek lê hebe, hem li dijî hêzên mêtinger ên kurdîkuj, hem di nav xwe de û hem jî di qada navneteweyî de xebatan bimeşîne. Ji bo vê jî; divê her kurdek, bi taybetî jî her xebatkar, têkoşer, şoreşger û pêşengeke/î têkoşîna azadiya neteweya kurd, berî her tiştî li dijî her cureyê kurdîkujiyê bibe têkoşer, şoreşger, peşeng, hîndekar û mamosteyeke/î zimanê kurdî.
Bi bîr, bawerî û hêviya ku her roj bibe 15ê Gulanê, 15ê Gulanê bibe her roj Cejna Zimanê Kurdî, di serî de li hemû kurdîparêzan, li me hemû kurdan pîroz be.


