Belgeya ‘kirêkirina’ gundan derket holê
Belge derkete holê ku Wezareta Çandinî û Darinstanê, gundên Şax û Hebler ên Cizîrê ku di salên 1993yan de bi îdiayên “ewlehiyê” hatibûn valakirin, bi kirê daye Wezareta Parastinê.

Wezareta Çand û Daristanê, gundên Şax û Heblerê yên navçeya Cizîr a Şirnexê ku di salên 1993yan de bi îdiayên “ewlehiyê” hatibû valakirin û ev 33 sal in qedexe ne, ji bo 49 salan bi kirê dan Wezareta Parastinê. Li gorî belgeya ku nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Emrullah Acar xwe gihandê, gundê li qûntarên Çiyayê Cûdî, di 10ê adara 2009an de hatine kirêkirin.
Qada ku hatiye kirêkirin 758 hezar û 736 metrekare ye. Di nava vê qadê de erd û cotên gundiyan jî cih digirin. Hat zanîn ku vê qadê wek cihê perwerdehiya çekê û tetbîqata leşkerî tê bikaranîn.
Di belgeyê de hat îdiakirin ku cihê xebata perwerdehiya çekê lê hatiye kirin ne jîngeh bûye, milkên nayên bikaranîn bûye. Belgeya ku li serê îmzeya Mudiriyeta Lojîstîk a Wezareta Parastinê cih digire, di 26ê îlona 2025an de hatiye îmzekirin. Gundê ku têketina gundiyên xwedî milkên bi tabû lê qedexe ye, hat îdiakirin ku agahiya têkildarî erd, mêrg û milkên bi tapû li cem Wezareta Parastinê nîn e.
Gundî piştî betalkirina biryara ewlehiya taybet a di gulana 2025an de, dikarin bi rojane biçin gund. Lêbelê nikarin li baxçe û li nava erdên xwe çandiniyê bikin. Dema perwerdehiya çekê û tetbîqat lê tên kirin, têketina gundiyan bi tevahî tê qedexekirin. Mudiriyeta Parastina Berhemên Çandî ya Herêmê, di 2024an de Keleha Şaxê, wek bi pileya yekemîn statuya qada sît a arkeoojîk tescîl kiriye lêbelê li gund gelek caran perwerdeya çekê û tetbîqetên leşkerî pêk hatine. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, qadên sît ên arkeolojîk bêyî xebatên zanistî, tu xebat lê nayên kirin.
Gund di bin gefa bendavê de ne
Ji aliyê Mudiriyeta Herêma 10emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ), li ser Çemê Nêrdûş ê ku çavkaniya herî girîng a Çiyayê Cudî ye, plana çêkirina bendavê tê kirin. Li gel projeya bendavê, li herêmê Santrala Hîdroelektrîk (HES), projeya avdanînê, kanên madenan, tesîsên şikandin, şuştin û santralên betên hene. Bi van projeyan xwezaya Botanê tê talankirin. Bi projeya bendavê ve dê beşek mezin a gundên Şax û Hebler ên dîrokî jî di bin avê de bimînin. Li gundê Şaxê 7 keleh hene; Keyser (Dûşe), Çeko, Keçikê, Kardû (Mangûlî), Bagiyê, Xirabe (Îbrahîm Paşa) Bedirxan Beg. Ev warên dîrokî bi projeya bendavê ve dê di bin avê de bimînin.



