Komxebata ji bo zarokan: Divê em siberojê bi hev re ava bikin
Di komxebata ku Komaleya Berî Her Tiştî Zarok tê, li dar dixe de parazvana mafê zarkan diyar kirin ku eger ew behsa sêwiraneke hevpar a bi zarokan re bikin, divê siberojê bi hevre ava bikin.

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi hevkariya gelek saziyên sivîl ên ji bajarên heremê li Amedê Komxebata “Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re” li dar xist. Komxebata ku serê sibê dest pê kir bi dawî bû. Parêzvana mafên zarokan Sevînç Koçak û aktivîstê mafê mirovan Emrah Kirimsoy di rûniştina dawî de beşdarî bernameyê bûn.
‘Pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye’
Sevînç Koçak li ser mijara ‘Avakirina bajarên demokratîk a bi zarokan re: Jiyana bi hev re ya beşdarbûnê’ axivî. Sevînç Koçakê di axaftina xwe de diyar kir ku pêwîst e rola zarokan di qada giştî de ji nû ve bê pênasekirin û got: “Heke em behsa sêwiraneke hevpar a bi zarokan re bikin, divê em pênaseya subjebûnê ji nû ve ava bikin. Niha li vir pêdivî bi guherîneke paradîgmayê heye. Pêwîste em ji van qadên çandî yên ku tenê ji bo serfkirinê hatine yek tîpkirin û ji nêrîna ku ev der tenê ji bo mezinan hatine afirandin, derkevin. Em dikarin paradîgmayeke ku zarok tê de hilberîner û bikir in çawa ava bikin? Ev tenê di bajarekî ku zarok di sêwirana wê de beşdar in û em bi awayekî entegre bi zarokan re dijîn de pêkan e. Em dikarin behsa bajarekî bikin ku zarok hilberînerên çalak ên derbirîna çandî û hunerî ne. Em dikarin behsa qadên giştî bikin ku ligel derfetên îfadekirin û beşdariya bi zimanê dayikê hatine sêwirandin û afirandin. Em dibînin ku zarokên keç, koçber û penaber hene. Zarokên astengdar hene û ev jî di nav xwe de ne wekhev in.
Zarokên li kolanan dijîn tên xebitandin hene û zarokên xizan hene. Pirsgirêka çînî li vir pir girîng e. Derdê zarokên ji çînên cûda yên di bajêr de ne yek e, lewma em nikarin nakokiya çînî paşguh bikin. Mesela zimanê dayikê tenê pirsgirêka tebeqeyekê nîne. Zarokên ji komên cuda yên etnîkî û çandî hene. Carinan, dema em tenê bala xwe didin newekheviyên li ser xwe, em newekheviyên ku li ser komên din tên afirandin nabînin. Di vî bajarî de zarokên xwedî pirrengiya çandî hene. Mînak Dom hene û zimanê wan ê zikmakî li ber windabûnê ye û di nav zimanên di metirsiyê de ye. Lê dîsa jî ew di plansaziyê de “tune” tên hesibandin. Divê em li ser pirsa çawa bi hev re vê cihêrengiya çandî biparêzin, bifikirin.”
‘Divê di avakirina bajaran de nerîna zarokan jî hebe’
Aktivîstê mafê mirovan Emrah Kirimsoy jî li ser mijara “Ji bo maf û azadiyên zarokan refaqeta guherînê’ axivî. Emrah Kirimsoy da zanîn ku mezin zarokan tenê wekî hebûnên ku hewceyî parastin û rênîşandanê ne dibînin û got: “Divê zarokan muxatab bibînin û li gorî wê bi wan re têkiliyê dînin. Divê pêvajoya avakirina bajaran bi zarokan re bê çêkirin. Ne tenê ji bo zarokan bajarekî bi ewle bên avakirin; ji bo zarokan ve qadeke jiyanê bi hevre bên avakirin. Dema biryar tên sitandin pêwîste ku fikrên zarokan jî were guhdar kirin. Di têkiliyên navbera zarokan de tenê di metnan de sînordar nemînin. Di her astê de hest û ramanên zarokan divî bê dîtin.”
Piştî axaftina maseyên atolyeyan hatin lidarxistin û komxebat bi dawî bû. Komxebata ‘Ji nû ve Avakirina Bajaran a bi Zarokan re’ dê dibê berdewam bike.


