Belgeyên Epstein çi dibêjin?

Piştî întihara biguman a Epstein a li girtîgehê sala 2019an û bi şikayeta bi dehan qurbaniyên vê torê qismek vê qirêjiyê aşkere bû. Di vê de çalakiya li ser medyaya dîjîtal "Me too" jî bi bandor bû. Tê de serokên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, monarkên Ewropayê, sînemager, milyarder, stranbêj bi sedan kes di nav belgeyan de navê wan derbas dibin.

1 deqe xwendin
Belgeyên Epstein çi dibêjin?

Wezareta Dadê ya Amerîkayê nêzî 3 milyon belge û dokumanên derheqê dosya Jeffry Epstein de belav kirin. Ji hingê ve ye dîsa ev şebeke û tora qirêj a cîhanî di rojevê de ye.

Heta li Tirkiyeyê jî gelek nav di nav wan belgeyan de hene ku di bin per û baskên desthilata AKPê de ne. Belge tenê têkiliyên Esptein aşkere nakin, di nav wan de mirov lê serwext dibe ku çawa pergaleke qirêj ya destavêtin, destdirêjî, gef û şantajê heta bi qurbankirina zarok û jinan hatiye danîn.

Hêz, dewlemendî, parastina siyasî ya li dora vê tor û şebekeyê bûne hîmê vê pergalê.

Ji bo mirov baştir li vê tor û şebekeya qirêj serwext bibe divê mirov careke din li Epstein binihêre. Kî ye, ji ku derê hat û çawa ev şebeke û tor danî. Di rastiya xwe de Esptein kesekî wisa dewlemend nîne lê gav bi gav dewlemendiyeke li ser xwînê çêkiriye.

Sala 1953yan di nav malbateke koçber a cihû de li New Yorkê ji dayik dibe.

Heta di dema şerê cîhanê yê 2yan de gelek ferdên malbata wî bi destê Naziyan di Holokostê de hatine qetilkirin. Li gorî daneyên di heqê jiyana wî de li dibistanê di matematîkê de serketî ye. Li New Yorkê demekê li Dibistana Dalton mamostetiya matematîkê dike. Zarokên dewlemendên New Yorkê li vê dibistanê dixwînin.

Ew jî van zarokan ji bo têkiliya bi malbatên wan re bi kar tîne. Bi çîna jorîn a amerîkî re wisa têkilî datîne.

Piştî vê têkiliyê dev ji mamostetiyê ber dide lê bi saya wan malbatan û têkiliyan deriyê Wall Streetê yanî deriyê fînans kapîtalê lê vedibe. Despêkê di Şîrketa Bear Stearnsê de di qada fînansê de ji xwe re kariyereke li ser derewan çêdike. Ev bi awayekî bi kêrî patronên wî jî tê. Bi keça patronê xwe re têkiliya xwe heye û ev wî dixe bin parastinê.

Hevnasîna wî bi milyarder Leslie Wexner re deriyê cîhaneke din li berê vedike. Belge û şahidî nîşan didin ku Epstein ji dawiya salên 1990î ve toreke sîstematîk a destavêtin û fihûşê daniye. Bi vê torê ji dewlemendan re ji bo arezûyên wan ên qirêj zarok pêşkêş kirine. Destdirêjî û destavêtina zarokan sîstematîze dike.  Di vê torê de cihekî taybet a Ghislaine Maxwell jî heye. Keça Robert Maxwell ê patronê medyayê ye. Epstein û Maxwell weke du navên sereke di vê torê de xuya dikin lê ev şebeke û tor li seranserî cîhanê heye.

Piştî întihara biguman a Epstein a li girtîgehê sala 2019an û bi şikayeta bi dehan qurbaniyên vê torê qismek vê qirêjiyê aşkere bû. Di vê de çalakiya li ser medyaya dîjîtal "Me too" jî bi bandor bû. Tê de serokên berê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, monarkên Ewropayê, sînemager, milyarder, stranbêj bi sedan kes di nav belgeyan de navê wan derbas dibin. Navê serokê Amerîkayê Donald Trump û nûnerê wî yê taybet Tom Barrack jî heye.

Ev jî nîşan dide ku Esptein ji toreke şexsî ya qirêj wêdetir sîstemeke cîhanî ya li ser pere, desthilatdarî û hêzê hatiye avakirin. Ev pergal bi mertala bêcezamanê tê parastin. Esptein li vê derê ne kesek, ew fîgurekî pir qirêj ê vê pergala zilamserwer û sermayedariyê ye.