Bengîtiya madeyan û rola şaredariyan
Piştî dermankirinê, rehabîlîtasyon û piştevaniya civakî roleke pir girîng dilîze. Armanc ew e ku kesên dermankirî bi awayekî saxlem vegerin nav civakê, kar bibînin û dîsa madeyan bi kar neynin. Şaredariyên civakî di şikandina çerxa bengîtiyê de bi qursên perwerdeya pîşeyî, bernameyên mîkrokrediyê û yekîneyên piştgiriyê bi awayekî bibandor tevdigerin.

Bikaranîna madeyên hişbir îro hem pirsgirêkeke tendirustî ya giran hem jî pirsgirêkeke civakî, aborî û ewlehiyê ya tevlihev e. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li cîhanê nêzî 275 milyon bikarhêner hene; li Tirkiyeyê ev hejmar ji 1.5 milyonî zêdetir e û temenê destpêkê her ku diçe kêm dibe. Di têkoşîna li dijî vê krîzê de, şaredarî wekî saziyên herî nêzîkî welatiyan, ji hikûmeta navendî bêhtir roleke krîtîk dilîzin.
Şaredariya civakî li Tirkiyeyê wekî diyardeya herêmî ya dewleta civakî tê pênasekirin û şaredarî tenê wekî saziyeke ku rê, av û parkê çêdike nayê dîtin; ew aktorekî siyasî yê girîng e ku hizûr, aştî û xweşiya niştecihên xwe xurt dike. Bingeha vê nêzîkatiyê di Destûra Bingehîn a 1982yan de di prensîba ‘dewleta hiqûqê ya sosyal’ de û di her du qanûnên sereke de tê dîtin: Qanûna Şaredariyan a bi Hejmara 5393yan (Xal 14) erkên xizmetên civakî, alîkarî, perwerdeya pîşeyî û bipêşxistina jêhatîbûnê dide şaredariyan, di heman demê de Qanûna Şaredariyên Bajarên Mezin a bi Hejmara 5216an (Xal 7) jî berpirsyariya damezirandin û bipêşxistina tesîsên civakî ji bo mezinan, kal û pîran, kesên kêmendam, jin û ciwanan dide şaredariyên bajarên mezin. Ev bendên yasayî di têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişbir de bingeheke zexm didin bo xebatên perwerdeyî, hişyarkirin û rehabîlîtasyonê.
Modelên serkeftî yên navneteweyî, wekî Modela Vancouverê, têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişbir li ser çar stûnan ava dikin: pêşîlêgirtin, dermankirin, rehabîlîtasyon û piştevaniya piştî dermankirinê û kêmkirina ziyanê ya kontrolkirî.
Şaredarî di qonaxa pêşîlêgirtinê de herî zêde çalak in û bi lêçûneke kêm, encamên herî serkeftî bi dest dixin. Bo parastina ciwanan ji madeyên hişbir semîner, perwerdeyên hişyariyê û çalakiyên hunerî li dibistan û navendên ciwanan tên lidarxistin. Herwiha bi avakirina tesîsên werzîşê û navendên çandî, ciwan ji derdorên birîsk tên dûrxistin. Bajarên wekî Stenbol, Kayserî û Bûrsa bo van çalakiyan mînakên berbiçav in.
Dermankirin wekî pirsgirêkeke tenduristiyê tê dîtin û bi giranî ji aliyê navendên AMATEM (Navenda Tedawiyê ya Bengîtiya Alkolê û Madeyan) û ÇEMATEM (Navenda Tedawiyê ya Bengîtiyê bo Zarok û Nûciwanan) ên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ve tê birêvebirin. Şaredarî jî bi peydakirina avahî, piştgiriya personelan û amûrên bijîşkî beşdarî vê pêvajoyê dibin. Mînak, Şaredariya Mezin a Dîlokê ji bo avakirina avahiya AMATEMê û zêdekirina kapasîteya dermankirinê bi îmzekirina protokolan gavên girîng avêtine.
Piştî dermankirinê, rehabîlîtasyon û piştevaniya civakî roleke pir girîng dilîze. Armanc ew e ku kesên dermankirî bi awayekî saxlem vegerin nav civakê, kar bibînin û dîsa madeyan bi kar neynin. Şaredariyên civakî di şikandina çerxa bengîtiyê de bi qursên perwerdeya pîşeyî, bernameyên mîkrokrediyê û yekîneyên piştgiriyê bi awayekî bibandor tevdigerin.
Di dawiyê de, kêmkirina ziyanê û kontrol jî beşeke bingehîn a vê stratejîyê ye. Armanc ew e ku rîskên wekî doza zêde û nexweşiyên vegirtî (HIV, Hepatît C) bo wan kesan kêm bikin ku nikarin ji bengîtiyê xelas bibin. Şaredarî bi rêya tîmên zabiteyan qehwexane, înternet-kafe û cihên giştî kontrol dikin; ev yek hem rê li ber peydabûna madeyan digire û hem jî qadên bajêr ên ewle diafirîne.
Ev çar stûn bi hev re dixebitin û şaredarî di her qonaxê de bi awayekî cuda, lê bandorker beşdarî têkoşînê dibin.
Şaredariya Mezin a Stenbolê bi rêya ISMEMê (Navenda Rehabîlîtasyon û Perwerdeya Pîşeyî ya Ciwanan a Stenbolê) ji bo ciwanên li kolanan û bi rîska bengîtiyê, cih, xizmetên tendirustiyê û perwerdeya pîşeyî pêşkêş dike; herwiha bi Yeşilayê re yekeyên YEDAMê (Navenda Şêwirmendiyê ya Yeşilayê) berfireh dike.
Şaredariya Mezin a Bûrsayê jî bi GADEMê (Navenda Piştevaniya Ciwan û Malbatan) şêwirmendiya takekesî bo hezaran bengî û malbatên wan dide û li dijî madeyên sentetîk ên wekî bonzai stratejiyên herêmî bi pêş dixe.
Kayserî bi Plana Xebatê ya Herêmî koordînasyona nav-saziyan misoger dike; Dîlok bi ‘Projeya Zarokên Me’ zarokên kolanan ji madeyên nebaş dûr dixe.
Di vê têkoşînê de pirsgirêkên herî mezin ên şaredariyan kêmbûna çavkaniyên darayî, kêmasiya personelên pispor û hevkariya lawaz a nav saziyan in. Gelek şaredariyên metropolan neçar in ku piraniya budçeya xwe ji binesaziyê re veqetînin, lê belê lêçûna têkoşîna li dijî bengîtiyê ji lêçûnên dizî, girtin, kuştin û tenduristiyê yên ku bengîtî derdixe holê, pir kêmtir e.
Ji ber vê yekê divê rola şaredariyan ji alîkariyê wêdetir biçe û bibe peywireke berfireh a bipêşxistina civakî. Şaredarî divê bibin ew navend ku bo têkbirina sedemên bingehîn ên bengîtiyê (xizanî, dûrxistina civakî, pirsgirêkên malbatî) destwerdanê dikin. Serkeftina vê têkoşînê bi hevkariya xurt a hikûmeta navendî, desthilatên herêmî û civaka sivîl, bi hesteke berpirsiyariya hevpar ve girêdayî ye. Bajarên ewle û ji bengîtiyê rizgar tenê bi îrade û biryardariya şaredariyên civakî dikarin werin avakirin.
ÇAVKANÎ
Busz, M., Schiffer, K., Voets, A., & Pomfret, A. (2024). Reframing Dutch drug policies: A new era for harm reduction. Harm Reduction Journal, 21(163). https://doi.org/10.1186/s12954-024-01071-1
Çelîk, A. (2014). Sosyal belediyecilik anlayişi: Şanliurfa Buyukşehir Belediyesi ornegi. Gazi Universitesi İktîsadî ve İdari Bilimler Fakultesi Dergisi, 16(1), 1-20.
MacPherson, D. (2001). A framework for action: A four-pillar approach to drug problems in Vancouver. Cîty of Vancouver.
Sezik, M. (2017). Buyukşehirlerin sosyal belediyecilik yaklaşimlarina bir ornek olarak madde bagimliligi ile mucadele çalişmalari. BEU Akademik İzduşum, 2(1), 51-63.
Waal, H., Clausen, T., Gjersing, L., & Gossop, M. (2014). Open drûg scenes: Responses of five European cities. BMC Public Health, 14(853). http://www.biomedcentral.com/1471-2458/14/853.
Yazici, M., & Yaslikaya, R. (2021). Yerel yonetim ve kentsel guvenlik ilişkisi uzerine bir inceleme: Bandirma ornegî. Van Yuzuncu Yil Universitesi İktisadi ve İdari Bilimler Fakultesi Dergisi, 6(12), 78-92.
Yazici, S., & Agallija, N. (2018). Madde bagimliligi ve uyuşturucu ile mucadelede belediyelerin rolu. S. Yazici & N. Agallija (Ed.), Uyuşturucu ile Mucadele ve Sosyal Politikalar içinde (Bolum 9). (Erişim saglanan metin baz alinmiştir).
T.C. İçişleri Bakanligi. (2018). Turkiye uyuşturucu raporu 2018. Emniyet Genel Mudurlugu Narkotik Suçlarla Mucadele Daire Başkanligi (TUBİM).


