Stûna netewbûnê; Ziman û alfabeyên kurdan
Zimanê kurdî, wekî yek ji şaxên herî kevnar û resen ên malbata zimanên arî (Hind û Ewropî), di dirêjahiya dîrokê de bi gelek alfabeyên cihêreng hatiye nivîsandin. Ev guherînên alfabeyan ne tenê guherîna tîpan e, lê belê nîşaneya berxwedana çandî ya gelê kurd e li ser axa xwe ne.

Di nav pîvanên sereke yên netewbûnê de yek ji stûna sereke ziman e. Dema bi çand, erdnîgarî û dîrokê re ziman nebe, angaşta em neteweyeke qedîm in lewaz dimîne û ji aliyê neteweyên din ve dibe mijara niqaşkirin an jî tunehesibandinê. Ji dema serdema ji ber hewcedariyên jiyanê çêbûna ziman û vir de û piştî veqetîna koman a ji hev a fîzîkî çand û ziman jî pêş ketine û hatine guherîn. Bi van pêşketinan re, dawiya demeke dirêj êdî ji ber van guherînan komên mirovan jî xwe ji hev cuda dîtine. Helbet di destpêkê de ev cudahî di rasthatin an jî têkiliyên komên cuda de, ji derveyî ziman an jî hevfêmkirinê de nebûye sedema tu arîşe û şeran. Xwecudadîtin hebe jî ev cudahî ne sedema êrişan an jî tunehesabandinê bû.
Piştî pêşketina feraseta desthilatdariyê êdî xwe yan jî koma xwe pîroz an jî serwetir dîtin derketiye holê. Bi vê re ax, çand û ziman parastin an jî li komên hemberî xwe arastekirin pêk hatiye û ev jî bi demê re bûye mijara arîşe û pevçûnan. Taybetî serdema navîn bi bayên netewdewletbûnê, ev feraset bûye sedema qirkirinan. Mînakên vê dî rûpelên dîrokê yên reş de gelek in.
Di dîroka kurdan de, heyamên serdemên desthilatdariya wan de zimanê xwe pêşxistin hebe jî piştî serdema serweriya wan ev pêşketin hatine tunekirin. Ji ber dîrok ji aliyên serdestan ve hatiye nivîsîn, rastiya zimanê kurdî jî tune hatiye hesibandin. Di vê sedsala 21emîn de bi derfetên zanistê êdî daneyên berê tên kifşkirin û teşhirkirin. Lê mixabin ji ber armancên desthilatdarên demê gelek dane û berhemên kurdî hatine tunekirin û êdî nayên destxistin. Li gorî daneyên berdest, çiqas bi hişmendiya faşîzan neyê qebûlkirin jî, êdî qedîm î û mezinahiya zimanê kurdî kêm jî be derketiye holê. Taybetî ji ber hişmendiya kurdan a jiyana azad û orjînalîteya ziman a rastiya jiyana wan ve girêdayî, bi hemû dewlemendiya xwe li nav jiyanê bi devkî hatiye bikaranîn, parastin û paşê bi nivîskî berhevkirinê ji tunebûnê rizgar bûye. Lewra îro di nava lîsteya zimanên herî dewlemendên cîhanê de, cihê xwe di nava deh zimanên pêşî de digire.
Ji ber tenê nivîseke têrê nake ez hemû aliyên ziman bigirim dest, ez ê hewl bidim li gorî daneyên îroyîn alfabeya kurdî bi kurtasî bigirim dest. Di heyamên cuda de kurdan alfabeyên cuda û taybet bikaranîne. Ez pê bawerim ku ger hîn berfirehtir û bêalîtir xebat bên kirin dê ev rastiya zimanê kurdî ya dewlemend gelek li pêştîr be.
Bi dilê kurmancî û bi şêwazekî akademîk, em dikarin vê dîroka dewlemend a alfabeyên kurdî ku bingeha xwe ji koka arî digire, bigirin dest.
Zimanê kurdî, wekî yek ji şaxên herî kevnar û resen ên malbata zimanên arî (Hind û Ewropî), di dirêjahiya dîrokê de bi gelek alfabeyên cihêreng hatiye nivîsandin. Ev guherînên alfabeyan ne tenê guherîna tîpan e, lê belê nîşaneya berxwedana çandî ya gelê kurd e li ser axa xwe ne.
I. Serdema Kevnar: Şaristaniyên arî û nivîsa bizmarî
Koka kurdan û zimanê wan digihîje koçên arî yên beriya zayînê. Di vê serdemê de pergalên nivîsînê yên herî pêşkeftî hatine bikaranîn:
Alfabeya Medî (46 Tîp): Împeratoriya Med, ku bingeha siyasî ya kurdan e, di nivîsên xwe de pergalek taybet a bizmarî bikaraniye. Ev alfabe ji 46 nîşan û tîpan pêk dihat û dengên zimanên Arî bi hûrgilî nîşan dida. (Çavkanî: I.M. Diakonoff, "Media" û lêkolînên li ser Nivîsên Bêstûnê.)
Alfabeya Avestayî (44 Tîp): Ji bo nivîsandina pirtûka pîroz a Zerdeştiyê, Avesta, hatiye afirandin. Ev alfabe di warê nîşandana dengên dengdar (vowels) de di cîhanê de yek ji herî kamil e. (Çavkanî: Karl Hoffmann, "The Avestan Alphabet".)
II. Vedîtina Mezin: Alfabeya Masî Soratî (PZ. 855)
Yek ji delîlên herî qahîm û zanistî yên nivîsa kurdî, di pirtûka Îbn Wehşiye ya bi navê "Şewq el-Musteham" de derdikeve pêş.
Masî Soratî (39 Tîp): Îbn Wehşiye di sala 855an de diyar dike ku kurd xwedî alfabeyeke taybet in ku ji 39 tîpan pêk tê. Ew dibêje ku wî li Şamê pirtûkên li ser çandinî û zanistê yên bi vê alfabeyê hatine nivîsandin dîtine.
Ev alfabe îsbat dike ku kurdan beriya îslamê û piştî wê jî, sîstemeke nivîsînê ya serbixwe ji bo zimanê xwe yê arî parastine. (Çavkanî: Ibn Wahshiyya, "Shawq al-Mustaham fi Ma'rifat Rumuz al-Aqlam". Destnivîsa resen li British Library (London) di bin koda MS 22962yan de tê parastin.)
III. Alfabeyên Olî û Herêmî
Baweriyên resen ên kurdan, alfabeyên xwe yên taybet jî parastine.
Alfabeya Êzidiyan (35 Tîp): Ev alfabe ji bo nivîsandina pirtûkên pîroz Mishefa Reş û Kitêba Cilwe hatiye bikaranîn. Tîpên wê ji rast ber bi çep ve tên nivîsandin û xwedî şêwazekî herî resen e ku ne dişibe êrebî ne jî tîpên din.
Alfabeya Pehlewî (33 Tîp): Di serdema navîn de, ji bo berhemên wêjeyî û dînî yên li herêma Zagrosê hatiye bikaranîn.
IV. Serdema Nûjen: Alfabeya Hawar û latînekirin
Di sedsala 20an de, ronakbîrên kurd fêm kirin ku dengsaziya (phonetics) zimanê kurdî ya Arî, herî baş bi tîpên latînî tê îfadekirin.
Alfabeya Şemo-Marogulov (1928-1929): Li Yekîtiya Sovyetê, Erebê Şemo û Îshaq Marogulov alfabeyek ji 31 tîpan amade kirin. Ev yekemîn gava zanistî ya latînekirina kurmancî bû.
Alfabeya Celadet Elî Bedirxan (1932): Mîr Celadet Bedirxan di kovara Hawar de alfabeya ku em îro bi kar tînin sîstematîk kir. Ev alfabe ji 31 tîpan pêk tê: 8 dengdar û 23 bêdeng.
Dengdar (Vowels): a, e, ê, i, î, o, u, û.
Bêdeng (Consonants): b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z.
: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z.
Her wisa roja weşana Kovara Hawarê her sal weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Bi vê boneyê em Cejna Zimanê Kurdî li hemû axîver û heskiriyên zimanê kurdî pîroz dikin.
Weke gotina dawî, tenê di bin ronahiya van daneyên li jor de be jî xûya dike ka kurd di aliyê stûna bingehîn a netewbûnê de çiqas resen û mezin in. Ne weke hin neteweyên din alfabeyên xwe an jî zimanê xwe ji neteweyên din girtina an jî kopi kirine û li ser maseyan ziman ji xwe re çêkirine.


