Diyalektîka hişmendiya civakî, demokratîkbûn e

Rêber Apo, sosyalîzmeke ku xwe dispêrê netewe-dewletê naparêze û naxwaze. Berovajî wê, komara demokratîk dixwaze. Komara demokrtaîk, di nav xwe de gel, bawerî, ziman û çandên cuda diparêze, bi destûrnameya demokratîk jî mafên wan misoger dike. Rêber Apo desthilatdariya Sovyetistanê jî dişibîne ‘Dewleta Rahîbên Sumeran’ û dibêje; YE demokratîk dibe, eger Tirkiye demokratîk bibe wê Tevgera Azadiya Kurdî jî demokratîk bibe.

1 deqe xwendin
Diyalektîka hişmendiya civakî, demokratîkbûn e

Nîvsedsal e, em bi Tevgera Azadiya Kurdî-PKKê û Rêber Abdullah Ocalan re dijîn. Ev nifşek e û vî nifşî dîrokek nû nivîsî. Bêguman, ev serdemek biêş û heyecan bû, lê encamek dîrokî hate bidestxistin. Bi gotinekê ‘diyalektîka hişmendiya civakî’ hate bidestxistin. 

Diyalektîka hişmendiya civakî, dîroka kamil a kurdî û Kurdistanê ye. Ev jî tê wateya ku di dîrokê de ne dewlet, civak xwedî gotin in. Hegel jî, diyalektîka hişmendiya civakî, bi sê xalan destnîşan dike: Binyada dîrokî, hişmendiya dîrokî û felsefeya dîrokî. 

Ev sê xal, têkildarî dewletan nînin, têkildarî gel û tevgerên civakî ne. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdî jî, tevgerek civakî ye, daxwaza civakek demokratîk û komarek demokratîk dike. Rêber Apo jî, behsa ‘konfederalîzma demokratîk’ dike. Gelê kurd jî ne biyaniyê konfederalîzmê ye; beriya şoreşa karbidestî û avakirina netewe-dewletan, kurdan konfederasyon ava kirine. Belkî hin kes bêjin, ev konfederasyonên eşîran bûn. Rast e, em ji bîr nekin, netewe-dewletên hatine avakirin, li ser bingeha ‘cihêkariya sekuler û ola-mezhebên radîkal’ hatine avakirin û vê hişmendiya sapik diparêzin.

Li Ewropayê ‘ortodoksên radîkal’, li Rojhilata Navîn ‘îslama radîkal’ serdest in. Konfederasyonên eşîrên kurdan, di nav xwe de gelên cuda, ol û baweriyên cuda, zimanên cuda diparêzin. Netewe-dewlet van nirx û pîroziyan naparêzin.

Rêber Apo, sosyalîzmeke ku xwe dispêrê netewe-dewletê naparêze û naxwaze. Berovajî wê, komara demokratîk dixwaze. Komara demokrtaîk, di nav xwe de gel, bawerî, ziman û çandên cuda diparêze, bi destûrnameya demokratîk jî mafên wan misoger dike. Rêber Apo desthilatdariya Sovyetistanê jî dişibîne ‘Dewleta Rahîbên Sumeran’ û dibêje; YE demokratîk dibe, eger Tirkiye demokratîk bibe wê Tevgera Azadiya Kurdî jî demokratîk bibe. Divê ev sentez serdest bibe.

Di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdî ya di rêbertiya Rêber Apo de; kurdan diyalektîka hişmendiya civakî bi dest xistiye. Yanî tesnîfa Hegel a ji bo dîrokê, di pêvejoya nû ya komara demokratîk û civaka demokratîk de dibîne û dixwaze bike pratîkê. Ev jî tê wateya ku komar û civaka demokratîk, sînorên netewe-dewletan parçe kirine; asoyên civakan fereh kirine.

Di şerê 50 salî de, gelek dijberî çêbûn. Kesên bi zimanê polîsan axivîn ne di nav de; lê her nirxandin û rexne, ji bo pêşketina diyalektîka hişmendiya civakî, bû kevirekî ji vê avaniyê. Tevgera Azadiya Kurdî û Rêber Apo, nirxandin û rexneyên ciddî li ber çavan girtin û rêya xwe domandin.

Ji bo vê jî dibêjim; teza Rêber Apo, gelan ji hewşên senckirî yên ‘dîroka fermî-ola fermî’ rizgar dike. Ev jî di çarçoveya zanista civakî de ye û divê ti kes vê zanistê, di çarçoveya çanda mehelî-teng de nebîne û nenirxîne. Hegel jî, Apo jî, demokrasî û azadiyê, maf û hiqûq, di tevlîbûna aktîf a civakan a di siyasetê de dibînin. Ev jî tê wateya modernîteya demokratîk yekane alternatîf e!

Modernîteya demokratîk, sîstema ‘sekulerî û radîkal’ û ‘hiqûqa serdestan’ parçe dike. Netewe-dewletên ku ‘sekulerî û radîkalîzmê’, ‘hiqûqa serdestan’ diparêzin û weke, meşrûiyeta xwe dibinînin, têk çûne, serdestiya xwe jî wenda kirine. Mînaka wê, raperîna gelên li Îranê, ya bi ‘Jin, Jiyan Azadî’ ye! Li gorî tesnîfa Hegel û teza Apo, çand siyasî nabin, ziman dikare berdevkiya siyasetan bike, lê çand, kollektîf e, hem diyalektîka civakan, hem rengên modernîteya demokrtaîk temsîl dikin. 

Eger çand rastî erozyonê neyê, zext û zor nebe, sînorên îdeolojîk parçe dike. Mînak çanda devkî û folklora kurdan e! 

Divê kurd, ne bi aqil û mêjiyê ‘înkara klasîk’ a dewleta ‘tirk-î tûran’, ne bi tirsa paşayên qirker, ne bi dek, dolab û lîstikên mîratzedeyên dewşirme, ne qalipkêşiya sosyolojiya qirkirinê ya Ziya Gokalp, bi diyalektîka hişmendiya civakî ya nû tevbigere. Ev hişmendiya dîrokî, piştî têkoşîna nîvsedsalî û berdêlên giranbuha hatiye bidestxistin.

Ev hişmendî ne tenê refleks, ramanek e xwedî felsefe û teorî-tez e. Bêguman li Rojhilata Navîn, ku desthilatdarên sekuler û radîkal serdest in, pêkanîna civakên demokratîk, komarên demokratîk wê ne hêsan be. Mînaka wê jî, Suriye û desthilatdariya çeteyên selefî ye!... Lê gelên li herêmê, weke di ‘Bihara Erebî’ de, di şerê li dijî ‘çeteyên selefî’ de, di berxwedana gelê durzî de hate xuyakirin ku alîgirên reform û guhertinên bingehîn in. Gelên di nav sînorên netewe-dewletan e; kurd, tirk, tirkmen, ereb, ecem, rûm, ermen, suryan û baweriyên cuda, dixwazin dîwarên sênckirî, yanî girtîgehên servekirî werin hêrivandin. Desthilatdarên radîkal û sekuler, çavkaniyên aborî, keda komên xelkê talan dikin; ax û ava erdnîgariyan parve dikin. Di aliyê xizmetguzariya tenduristî, perwerdehî û debara rojane de komên xelkê şerpeze dikin. Gelan di rezîdansên bîst qatî de dîl digirin û wan weke ‘koleyên spî’ bi kar tînin.

Sînorê aqilê desthilatdarên netewe-dewletan, tenê ji bo berjewendiyên çînekê kar dike. Gel û komên xelkê, xema wan nînin. Dema berjewendiyên wan ên aborî û siyasî dikevin ber şîrmaqa metirsiyê, şerê teknolojîk didin destpêkirin, fuzeyên menzîlkin û dirêj, bi ser serê civakan de dibarînin.

Modernîteya kapîtalîst, cîhanê ji nû ve û li gorî xwe dizayn dike, nexşeyên guzergahên enerjî û bazirganiyê xêz dike; ji bo vê jî, li Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê hevsengiyên nû ava dike. Dema ku van guhertinan dike jî, sînorên peymana Sykes-Pîcot ku bingeha ‘koloniyên nû’ ye, argumenên NATOyê ku hêza parastina van koloniyan e li ber çavan digire. Eger ev sîstem bi ser bikeve, wê sedsaleke nû ya qirkirina gelan serdest bibe.

Komara demokratîk, civaka demokratîk û destûrnameya demokratîk, rizgariya ji sîstema kolonyalîst û rêgirtina li ber qirkirinan e û tezek nû ya sedsalê ye.  Dewleta tirk di dûriyaneke dîrokî de ye û tiştên bike diyar in: Divê nasnameya gelê kurd, zimanê kurdî bi fermî qebûl bike, siyaseta demokratîk, komara demokratîk, mafên demokratîk bi qanûnên demokratîk misoger bike. Divê Rêber Apo azad bibe û girtîgeh werin valakirin.