Ber bi Rêya Sêyemîn ve

Piştî cejna Remezanê, bendewariyên gel gihîşt asteke krîtîk. Taloqkirina xebatên komîsyonê ji bo piştî cejnê, nîşan dide ku dewlet hîn jî li benda encamên şerê li herêmê ye da ku li gorî wê gavan biavêje. Lê belê, heke ev komîsyon ji niha û pê ve nebe xwedî bernameyeke çalak, nebe bersiv ji bo daxwazên rewa yên gelê kurd û pênaseya statuyeke demokratîk neke, wê careke din bibe sedema bêbaweriyê.

1 deqe xwendin
Ber bi Rêya Sêyemîn ve

Rojhilata Navîn îro di nav agirekî wisa de ye ku sînorên peymana Sykes-Picot êdî nikarin vî barî hilgirin û nakokiyên sedsalî yên di navbera bloka Îsraîl-Amerîka û xeta Îranê de gihîştine lûtkeyê. Ev şerê ku li ser axa Kurdistanê tê meşandin, ne tenê pevçûneke leşkerî ya herêmî, lê belê nûbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e ku hemû hevsengiyên siyasî, aborî û enerjiyê yên cîhanê dihejîne. Kurdistan ji ber karektera xwe ya erdnîgarî û hebûna baregehên stratejîk ên hêzên serdest, bûye navenda vê kaosê. Dewletên dagirker û hevalbendên wan, xaka Kurdistanê wekî mertal û qada şer a îstîxbaratî û leşkerî bi kar tînin, ku ev yek rasterast jiyan û pêşeroja gelê kurd dixe bin xetereyeke mezin û zirarên giran dide destkeftiyên neteweyî.

Rêber Abdullah Ocalan, di parêzname û nirxandinên xwe yên sîstematîk de, ev rewşa îro pir berê dîtibû û hişyariyên dîrokî dabûn. Rêber Ocalan destnîşan dikir ku heya pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, wê dewletên herêmê, bi taybetî Îran û Tirkiye, li hemberî destwerdanên derve her tim lawaz û bêîstîqrar bimînin. Wî bi taybetî ji bo rêveberiya Îranê diyar dikir ku heke reforma demokratîk pêk neyne û bi vîna gelê kurd re li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk li hev neyê, wê bibe hedefa sereke ya modernîteya kapîtalîst. Li gorî perspektîfa Rêber Apo, ev şer ne şerê gelan, lê belê şerê parvekirina çavkaniyên herêmê ye; ji ber wê jî wî li dijî her du blokên desthilatdar, konsepta Rêya Sêyem wekî tenê rêya xelasiyê pêşniyar kir.

Lê, li aliyê Tirkiyeyê, ev pêvajoya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk hatibû rojevê, bi avakirina komîsyoneke li bin banê meclisê ket qonaxeke nû. Tevî ku avakirina vê komîsyonê wekî pîvaneke bingehîn a pêşvebirina pêvajoyê dihat dîtin, pratîka wê nîşan da ku dewleta tirk hîn jî di xeta taktîkên belavkirina demê de israr dike. Her çend komîsyonê serdana Îmraliyê kir û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî jî, ev gav di nav civakê de veneguherî çareseriyeke berbiçav. Berevajî vê, mijara hevdîtinan bi rojan hat nîqaşkirin û wekî amûreke bazariyê hat bikaranîn. Rapora amadekirî û şêwaza xebata komîsyonê aşkere kir ku dewlet dixwaze pêvajoyê li gorî pêşketinên li Rojhilata Navîn û li gorî berjewendiyên xwe yên leşkerî bi rê ve bibe, ku ev yek bi temamî li dijî karekterê çareseriyeke rastîn û samîmî ye.

Piştî cejna Remezanê, bendewariyên gel gihîşt asteke krîtîk. Taloqkirina xebatên komîsyonê ji bo piştî cejnê, nîşan dide ku dewlet hîn jî li benda encamên şerê li herêmê ye da ku li gorî wê gavan biavêje. Lê belê, heke ev komîsyon ji niha û pê ve nebe xwedî bernameyeke çalak, nebe bersiv ji bo daxwazên rewa yên gelê kurd û pênaseya statuyeke demokratîk neke, wê careke din bibe sedema bêbaweriyê. Şerê ku li herêmê belav dibe, li ser pêvajoya li Tirkiyeyê bandoreke dualî dike; dewlet ji aliyekî ve ditirse ku kurd bibin xwedî hêz, ji aliyê din ve jî dixwaze bi van komîsyonên ne-aktîf îradeya gelê kurd sar bike û lawaz bike.

Di vê çarçoveyê de, ji bo gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê alternatîfa herî bihêz parastina cewherî û xurtkirina rêxistinkirina civaka demokratîk e. Heke şer belavî tevahiya herêmê bibe, divê kurd li gorî perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan, xwe ne li gorî blokên şer, li gorî hêza xwe ya cewherî amade bikin. Rêya rizgariyê ne di nav bazariyên komîsyonên girtî de, di yekîtiya neteweyî û avakirina modela jiyana azad de ye. Tenê bi vî awayî kurd dikarin di vê kaosa mezin de xwe biparêzin û bibin pêşengên aştiyeke mayinde ku ne tenê Kurdistanê, hemû gelên Rojhilata Navîn ji tarîtiyê derbixe.

Di encamê de, Kurdistan îro ne tenê qada şer e, di heman demê de qada avakirina jiyaneke nû ye. Heke kurd li her çar perçeyan bi hişmendiya Civaka Demokratîk û Parastina Cewherî tevbigerin, ev kaos dikare bibe deriyê serkeftineke mezin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Dewleta tirk û komîsyona wê, yan dê bi îradeya gel re li hev werin, yan jî dê di bin barê vê kaosa herêmî de ku ew bixwe jî bûne parçeyên wê, wenda bibin û biçin.