Berdevekê Hêzên Parastina Îsraîlê Encûmena Pisporan a Îranê hişyar kir
Berdevekê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê Avichay Adraee bang li Encûmena Pisporan a Îranê kir û bi gotina, “Em dê hemû kesên ji bo hilbijartina Rêberê Olî yê Îranê yên nû kom nebin, bikujin” tehdît kir.

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 9emîn de berdewam dike. Îsraîl û DYAyê ragihandin ku serweriya hewayî ya li Îranê bi dest xistine û ji bo serweriya bejahî ketine qonaxa duyemîn. Her wiha di vê çarçoveyê de şevê din yekem car ligel hedefên leşkerî û îdarî, tora enerjiyê hedef girtin.
‘Tê payîn kom bibin’
Berdevekê Beşa Erebî yê Hêzên Parastinê ya Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee li ser hesabên fermî yên dijîtal peyamek weşand. Di peyamê de wiha hate gotin: “Piştî ji holêrakirina Xamaneyê zalim, rejîma terorîst a Îranê niha hewil dide xwe ji nûve bi rêxistin bike û serokek nû hilbijêre. Encûmena Pisporan a Îranê ku ev 40 sale kom nebûye, tê payîn di demek nêz de li bajarê Komê kom bibe.”
‘Em dê xelîfeye nû yên wî hilbijêrin tune bikin’
Adraee diyar kir ku destên Îsraîlê yên dirêj, Xelîfeyê nû û hemû kesên hewil didin wî hilbijêrîn dişopîne û dê ji holê rake. Anraee bi gotina, “Em hemû kesên difikirin tev li civîna hilbijartina xelîfeyê nû bibin, hişyar dikin: Hûn jî dê bibin hedefa me” hişyariya xwe dubare kir.


