Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk encamnameya konferansa “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” eşkere kir. Di encannamê de wiha hate gotin: “Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ew e ku ji bo yekîtiyê gav biavêjin, bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.”

1 deqe xwendin
Berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî dema yekîtiyê ye

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi dirûşma “Kurdên Bakûr yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser yekîtiya neteweyî konferansek li dar xist. Înîsiyatîfa Yekîtiyê encamnameya konferansa “Kurdên Bakur Yekîtiya Xwe ya Neteweyî Nîqaş Dikin” îro li ber Birca Keçikê ya li navçeya Sûra Amedê eşkere kir. Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç, Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Abbas Şahîn û Gulşen Ozer, endam û delegeyên înîsiyatifê tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi zaravayê Kirmanckî û Kurmancî yên zimanê Kurdî hate xwendin. Endama sekreteryaya Înîsiyatîfê Gulseren Yildirim metna Kurmancî, endamê Înîsiyatîfê Murat Kan jî metna Kirmanckî xwend.

‘Gelê me her gav pêwîstî bi yekîtiya neteweyî dîtiye’

Gulseren Yildirim da zanîn ku piştî sed salan, desthilatdar û hêzên hegemonîk dixwazin ji nû ve teşe bidin erdnîgariya Rojhilata Navîn û wiha got: “Di vê qonaxa dîrokî de ku rewşa hêzên li Rojhilata Navîn diguhere û sînor ji nû ve têne xêzkirin, ji bo Kurdan pir girîng e ku bi yekîtîya neteweyî tevbigerin. Tenê bi hatina cem hev Kurd dikarin di vê qonaxa krîtîk de mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên heyî jî biparêzin. Tê zanîn ku qelsî û nakokiyên navbera hêz û rejîmên herêmî, rê li pêşiya van hêzên derve vedikin û bandorên neyînî li tevahiya herêmê û bi taybetî jî pêşeroja gelê Kurd dikin. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê hem fersendên dîrokî hene û hem jî ji ber nebûna yekîtî û parçebûna hêzên Kurd xetereyên mezin. Yek ji rêyên herî girîng ji bo serkeftina gelê Kurd di têkoşîna xwe ya bi sedsalan a ji bo hebûn û azadiyê de, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Gelê me jî di demên krîtîk de her gav pêwîstî bi yekîtiya neteweyî dîtiye û dizane ku serkeftin tenê bi dersên ji rabirdûyê hatine girtin û bi yekîtîyê dikare were bidestxistin.”

‘Hewldanên birêz Ocalan ji salên 2000an heta vê serdema dawî jî berdewam in’

Gulseren Yildirim diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya Kurd ne ku îro, her tim di rojeva kesayet û rêberên Kurdan de cih girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku em li sedsala borî dinêrin, destpêşxeriya yekîtiya neteweyî ya hevbeş a hêzên Bakur, bi saya hewldanên Mam Celalê nemir, bû wesîleya ragihandina giştî ya protokolekê li Şamê ku bi navê ‘Protokola 1993’ tê zanîn, di nav Kurdan de hêviyek mezin çêkir. Her çend ji wê rojê ve gelek hewldan hebin jî, heta niha ew yekîtî li gorî daxwaza Kurdan neçûye serî. Dîsa hewldanên birêz Ocalan ên li ser vê mijarê ji destpêka salên 2000an heta vê serdema dawî jî berdewam in. Dema ku di sala 2013an de Birêz Abdullah Ocalan daxwaz û bangewazî kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd kom bibe birêz Mesûd Barzanî bi destnişana xwe li ser navê her sê rêberên Kurdan (Mesûd Barzanî, Abdullah Ocalan, Mam Celalê nemir), hemû hêzên ji çar aliyên Kurdistanê vexwendin Hewlêrê. Bi xebatên wê kombûnê, Kurd gelekî nêzîkî yekîtîya neteweyî bûn. Lê belê, ji ber destwerdana hêzên derve, dîsa yekîtîya neteweyî nekarî ava bibe.”

Diruşmeya ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e’ hemû sînorên çêkirî ji holê rakir

Gulseren Yildirim anî ziman ku dîrok nîşan daye ku qirkirin jî di nav de polîtîkayên serdestan herî zêde gava ku di navbera Kurdan de perçebûn û dabeşbûn hebûye, derketiye pêş û wiha bi lêv kir: “Ev parçebûyin her tim rê daye wan ku bi hêsanî polîtîka û komployên xwe yên li dijî Kurdan bicîh bînin. Berovajî wê jî hatina ba hev a Kurdan, rê li pêşiya xetereyên mezin girtiye. Dema ku çeteyên DAIŞê êrişî gelê me li Rojava, bi taybetî li Kobanî kirin, yekîtiya hêzên Kurd di parastina axa Kurdistanê de wekî mertalek pola şer kir. Dîsa di bûyerên dawî de jî helwesta bêhempa ya Kurdan di parastina Rojava de bi dirûşmeya ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’ hemû sînorên çêkirî yên li ser axa xwe ji holê rakirin û hebûna xwe nîşanî hemû cihanê dan. Vê helwestê îspat kir ku yekîtîya neteweyî dikare bibe tekane garantiya pûçkirina planên dagirkeran. Mînakên ku hatine jiyîn jî nişan dane ku ger hêz dibin yek, hemû hevsengî li gor berjewendiya wan diguhere. Li ser vê bingehê lihevkirin, çêkirina stratejiyeke hevpar û pêşxistina bernameyeke neteweyî ya demokratîk dê berjewendiyên gelê me biparêze.”

‘Biryarên di konferansê de hatine girtin divê ji bo hemû partîyên sîyasî bibin emsal’

Gulseren Yildirim di berdewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku wan jî weke Kurdên Bakûr ev Konferansa xwe bi beşdariya partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, akademisyen, kesayetên serbixwe û rûspiyên civakê, di salvegera “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestî” ya partiyên Kurdên Sûriyeyê de, ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, pêk anîne û wiha axivî: “Biryarên ku di wê konferansê de hatine girtin û çalakiyên hevbeş ên hêzên Kurdî di sala borî de, divê ji bo hemû partîyên siyasî yên li seranserê Kurdistanê bibin emsal. Li ser vê esasê beşdarên konferansa me ya bi navê “Kurdên Bakûr Yekîtiya Xwe Ya Neteweyî Nîqaş Dikin” diyar kirin ku pêvajoya aştî û civaka demokratik a ku ev saleke zêdetir e li Tirkiyeyê didome, êdî veguhere qonaxeke yasayî. Ji ber ku pêvajo yekalî û sist didome û tu gavên ber biçav nayên avêtin, ev jî dibe sedema şikestina hêviyên civakê. Ji bo ku pêvajo li gor hêviyên civakê û bi serkeftî bigihe armanca xwe, divê dewlet nasname û hemû mafên Kurdan ên neteweyî di zagona bingehîn de teqez bike. Herwiha, divê li gorî qanûnên heyî tevbigere, girtiyên siyasî serbest berde û tavilê qanûnên pêwîst ji bo mafê hêviyê û darizandinên siyasî derxîne.”

‘Heke gel îro îradeyeke xurt nîşan dabe divê partiyên siyasî bi hev re bixebitin’

Gulseren Yildirim anî ziman ku şerê li Îranê ji bo Kurdan û gelên din ên li wir derfetên girîng dihewîne da ku pêşeroja xwe bi xwe diyar bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Konferansa me helwesta şeş partiyên Kurdî yên li Rojhilat a ji bo avakirina eniyeke hevpar bi dilxweşî pêşwazî dike û diyar dike ku divê ev yek ji aliyê tevahiya cîhanê ve wekî maf û xwesteke xwezayî û mirovî ya gelê me yê li wir were naskirin. Beşdarên konferansa me li ser rewşa dawî xebat, daxwaz û daxuyaniyên hemû kom, rêxistin û aliyên siyasî yên cuda ku di derbarê yekîtiya neteweyî de tên kirin, girîng dibîne. Heke gelê me îro îradeyek xurt ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd nîşan dabe, tekane bersiva ku partî û komên siyasî dikarin bidin ev e ku gavên ji bo vê yekîtiyê bavêjin, bi helwestek hevpar bi hev re bixebitin û berjewendiyên takekesî û siyasî bidin aliyekî.”