Bernameya pîrozbahiya Newroza Amedê diyar bû

Bernameya Newroza Amedê ku sibê tê pîroz kirin, diyar bû. Di bernameyê de ligel xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyasetmedarên dê biaxivin û hunermendên dê derkevin ser dikê hatin aşkerakirin.

1 deqe xwendin
Bernameya pîrozbahiya Newroza Amedê diyar bû

Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû. Newroz dê di 21ê Adarê de li Parka Newrozê bê lidarxistin. Saet di 10.00ê de dê koma kemençeyê derkeve ser dikê û pîrozbahî dê dest pê bike.

Bernameya Newroza Amedê wiha ye:

*Saet di 10.00ê de dê koma kemençeyê derkeve ser dikê.

*Komîteya Amadekar a Newrozê dê derkeve ser dikê û girseyê silav bike. Piştî rêzgirtinê, dê komîteya amadekar û hevserok bi axaftinên kurt cejnê pîroz bikin û gel silav bikin.

*Piştre dê konsera Dîlan & Erkan Top dest pê bike. Piştre jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî dê li ser navê Tifaqa Partiyên Kurd biaxivin.

*Piştre dê hunermend Alend Hazim derkeve ser dikê.

*Dê vîdeo-sînevîzyon bê pêşandan.

*Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê were xwendin.

*Çetîn Arkaş û Tuncer Bakirhan dê biaxivin.

*Agirê Jiyan dê derkeve ser dikê.

*Leyla Zana dê biaxive.

*Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.

*Herî dawî jî dê peyamên siyasetmedaran bên xwendin.