Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê hate diyarkirin

1 deqe xwendin
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê hate diyarkirin

Newroza îsal a li bakurê Kurdistanê û gelek navendên Tirkiyeyê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” tê pîrozkirin. Yek ji navendên her sal pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin lê tê pîrozkirin jî Stenbol e. Newroza li Stenbolê dê li Yenîkapiyê bê pîrozkirin û tê payin ku zêdetirî milyonek kes tev li bibe. Newroz, dê di roja 22yê adarê saet di navbera 11.00 û 18.00ê de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Bernameya Newroza Stenbolê jî diyar bû. Hunermend, Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siysasî û gelek siyasetmedar dê tev li bibin. 

Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê wiha ye: 

* Koma Kemençeyê 

* Komîteya Amadekar dê axaftinê bike 

* Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê Arîfe Çinar û Çinar Altan dê biaxivin. 

* Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê dê daxuyaniyê bidin. 

* Serokê Giştî yê Federasyona Yekeyên Elewiyan ên Almanyayê Huseyîn Mat biaxive. 

* Dayikên Aştiyê dê agirê Newrozê hil kin. 

* Hunermend Suavî dê derkeve ser dikê. 

* Çetîn Arkaş, ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş dê biaxivin. 

* Herî dawî jî dê Koma Amed derkeve ser dikê.