Berpirsê ewlehiyê yê Hîzbûlahê hate kuştin
Hîzbûlaha Iraqê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebu Alî Asker hate kuştin.

Hîzbûllaha Iraqê têkildarî kuştina yek ji rayedarên xwe yên payebilind Ebu Alî Asker daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de Hîzbûlahê ragihand ku berpirsê wan ê ewlehiyê Ebû Alî Askerî hate kuştin, lê belê têkildarî dem û cihê mirina wî de agahiyên berfireh neda.
Hîzbûlaha Iraqê diyar kir ku li şûna Ebû Alî Asker sûbayekî bi navê Abu Mujahid bûye berpirsê ewlehiya Hîzbûlahê.


