Berxwedana li Amedê ya li dijî êrişan li gelek cihan belav bû
Polîsan, li Amedê êrişî meşa Platforma Saziyên Demokratîk dixwest li dar bixe kir. Li dijî êriş û astengkirinê, girseyê li Parka Koşuyoluyê û kolanan dest bi meşê kir.

Platforma Saziyên Demokratîk, êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li meşê bûn. Meş, ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê, girseyê ji pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê dest bi meşê kir.
Polîsan, bi bazên îsodê êrişî girseyê kir lê girseyê dîsa jî meşa xwe domand.
Ciwanên ku li kolanên bajar gihaştin hev, meşa xwe didomînin. Li gelek cade û kolanên bajar meş tên lidarxistin.

