Berxwedana xwepêşanderên Îranê her ku diçe mezin dibe

Li gorî rapora Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) heta niha zêdetirî 5 hezar kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di xwepêşandanan de hatine qetilkirin.

1 deqe xwendin
 Berxwedana xwepêşanderên Îranê her ku diçe mezin dibe

Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) der barê xwêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de raporek nû belav kir.

 Li gorî raporê, di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de herî kêm li li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 5 hezar û 459 kes hatin kuştin. Herwiha 40 hezar û 887 xwepêşander hatine binçavkirin û 7 hezar û 403 xwepêşander jî birîndar bûne.

 Hate gotin ku di nava kesên hatin kuştin de, 5 hezar û 149 jê xwepêşander in. Di nava wan de jî 60 zarokên temenê wan dibin 18 saliyê de hene.

 HRANAyê ragihand ku xwepêşandanên şermezarkirinê kêm nebûne, rejîm jî li hemberî vê yekê înternetê dibire, welatiyan digire û polîtîkayên zextê giran dike.

 Li gorî heman raporê 11 hezar û 23 kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

 Hêjayî gotinê ye ji 28ê kanûna 2025an ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan dest pê kirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.