Besê Hozat: Em ê nehêlin ku pêvajo bibe amûrek

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat rapora polîtîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kir, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destwerdana hêzên hegemonîk a...

1 deqe xwendin
Besê Hozat: Em ê nehêlin ku pêvajo bibe amûrek

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat rapora polîtîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kir, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destwerdana hêzên hegemonîk a li netewe dewletan, êrişên li ser muxalefetê, qirkirina xweza û civakê ji Medya Haber TV re nirxandin.

Bersivên Besê Hozat ên li ser pirsên ku arasteyî wê hatine kirin û nirxdandina wê ya bi giştî wiha ye:

Belgeyên Kongreya 12emîn a PKKê hatin weşandin. Yek ji wan belgeyan jî perspektîfa Rêber Apo bû. Piştî perspektîf hat weşandin gelek nîqaş çêbûn û dewam kirin. Têkildarî hin mijarên di perspektîfê de êriş li ser Rêber Apo hate kirin. Têkildarî van nîqaşan û êrişan hûn dixwazin çi bibêjin?

Manîfesto, rapora polîtîk a ku Rêber Apo pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kir gelekî girîng bû. Gelek rastiyên dîrokî, bi rengekî balkêş datanî holê, dinirxand. Ji aliyê dîroka jinê ve, ji aliyê dîroka gelê Kurd ve ji aliyê dîroka mirovahiyê ve rastiyên dîrokî raxist pêş çavan, weke ku dîrok li gorî rastiya dîrokê ji nû ve nivîsand. Nirxandineke bi vî rengî bû manîfesto. Bêguman li ser vê yekê gelek nîqaşên berfireh têne kirin. Hinek ji wan digihêje me jî, bêguman em bi detayên nîqaşan nizanin. Rexne hene. Li hemberî nirxandin û fikrên Rêbertî hin nirxandinên gelekî bêexlaq, bêedalet, bêwijdan û di asta êrişê de hebûn. Em van bi tundî rexne dikin, rast nabînin. Em di wê baweriyê de ne ku gelek ji wan jî bê nêteke xirab e. Bi qasî ku gihîşt me, beşek ji yên ku van nîqaşan dimeşînin yên reviyan e, xayin in, yên ku temenê xwe bi nokariyê derbas bûye, yên ku dijminatî li gelê xwe kirine. Em rexneyên ku ji aliyê van derdoran ve tê kirin weke rexneyê nanirxînin. Ew rexne nîne, reşkirin e, teşhîrkirin e, hewldana nixumandina qirêjiya xwe ye. Hewldana nixumandina sicîla xwe ya nebaş e. Eleqeya vê bi rexneyê, bi nîqaşeke çêker nîne. Nêrînên ku Rêber Apo di rapora polîtîk, manîfestoyê de anî ziman bi dehan sal in, ji dema komê û vir ve sal bi sal her ku kûrbûna xwe zêde