Ji PJAK û Partiya Komunîst ya Kurdistanê-Îranê dê têkiliyê bidomînin

Piştî civîna Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Partiya Komunîst ya Kurdistanê-Îranê li dar xist û şûnde daxuyaniyek dan. Herdu partiyan diyar kirin ku dê têkoşîna ji bo azadiya jinan, siyasî, civakî û biratiyê ya li Kurdistan û Îranê bidomînin.

1 deqe xwendin
Ji PJAK û Partiya Komunîst ya Kurdistanê-Îranê dê têkiliyê bidomînin

Roja 15ê Gulana 2026an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Partiya Kumunîst a Kurdistanê-Îranê li hev civiyan. Di civînê de Nîsan Odînyan û Esxer Kermî ji Partiya Komunîst ya Kurdistanê û Îbrahîm Elî Pûr û Ehwan Çiyako ji PJAK’ê amade bûn.

Piştî civîna hevpar daxuyaniyek hate dayîn.

Nûnerên hertu partiyan qala girîngiya hevpar ya karkirinê ya di navbera hêzên Kurdî de kir û bal kişand ser azadiya siyasî, civakî, azadiya jinan, têkoşînkirina li dijî cezayê darvekirinê û azadkirina girtiyan kirin.

Dîsa bal kişand ser rol û mîsyona xebatên li Kurdistanê û biratiya li seranserî ya Gelê Kurdistanê û Îranê kirin. Di daxuyaniyê de qala mafê cudabûnê hate kirin û têkoşîna li dijî muxalefeta rastgir û faşîstan.

Herdu alî li ser tevlîbûna jinan ya xebatên siyasî û civakî hemfikir bûn ku weke xaleke girîng ya ji bo rûxandina Komara Îslamî û muxalefeta rastgir.

Herî dawî herdu aliyan li ser domandina têkilî û civînan hemfikir bûn.