Xwendekarên Dîcleyê KODER vekir
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi bernameyekê KODER vekirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li her derê rêxistinbûna xwe mezin bikin û civakeke demokratîk û komûnal ava bikin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, Komeleya Xwendekaran a Komuna Dîcleyê (KODER) li navçeya Sûrê ya Amedê bi şahiyekê vekirin. Xwendekaran di bernameyê de pankarta “Jiyana sosyalîstî nêzîkbûna li cewherê jinê ye” hildan. Ji bilî hejmareke zêde ya ciwanan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî beşdarî bernameyê bûn. Çalakî bi rêzgirtina ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Xwendekaran piştî rêzgirtinê, bi kurdî û tirkî daxuyanî dan. Aydin Dînler bi kurdî û Elif Turan jî bi tirkî daxuyanî da.
‘Tevgera me wekî tevgereke rewşenbîr ji dayik bû’
Aydin Dînler bal kişand ser rola xwendekarên zanîngehê û diyar kir ku ciwan hêzeke pêşeng in ku civakê diguherînin, li pey heqîqetê diçin û cesaretê nîşan didin ku jiyanê ji nû ve ava bikin. Aydin Dînler got: “Tevgera me ya ciwanan wekî tevgereke rewşenbîr ji dayik bû. Koma pêşîn di bin şert û mercên herî giran de li zanîngehan ava bû û li hemberî her cûre êrîşên pergalê xwe rêxistin kir. Em jî îro bi îdiaya ku vê mîrasa têkoşînê bigihînin serkeftinê derketin rê.”
‘Em ê têkoşînê bînin her derê’
Aydin Dînler destnîşan kir ku ew azadiya jinê wekî bingeha azadiya civakê dibînin û wiha pê de çû: “Li hemberî pergala kujer, em ê bi formula ‘Jin, jiyan azadî, efsûnî’ têkoşîna xwe ji kampusan bînin nav hemû qadên jiyanê. Di heman demê de, li dijî pergala kapîtalîst a ku xwezayê talan dike, em jiyana ekolojîk diparêzin.”
‘Rêxistinbûn şerta bingehîn a hebûnê ye’
Aydin Dînler di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya jiyana komûnal û rêxistinbûnê û wiha domand: “Mirov tenê di nav jiyana komûnal de dikare bigihêje heqîqeta xwe. Pergal dixwaze ciwanan bêrêxistin bihêle, zanîngehan bike cihê îtaatê û ciwanan bi polîtîkayên şerê taybet bênasname bike. Lê belê, rêxistinbûn şerta bingehîn a hebûnê ye. Em ê bi perspektîfa ‘Rêxistin bibin û rêxistin bikin’ li her derê mezin bibin û civaka demokratîk-komûnal ava bikin.”
Bernameya vekirinê piştî daxuyaniyê bi stranên Koma KODER û Koma Aryenê û bi gerandina govendê bi dawî bû.


