ÎHDa Îzmîrê: Windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye

Şaxa ÎHDê ya Îzmirê bi boneya hefteya windakiriyên di bin çavan de daxuyanî da xwest ku aqûbeta hemû kesên hatine windakirin bê ronîkirin. Nûnerên ÎHDê destnîşan kirin ku windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye.

1 deqe xwendin
ÎHDa Îzmîrê: Windakirin sûcê li dijî mirovahiyê ye

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên Di Bin Çavan De ya Navneteweyî daxuyanî da. Nûnerên ÎHDê li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Aqûbeta windakiriyên di bin çavan de aşkere bikin, dawî li polîtîkaya bêcezakirinê bînin û edaletê pêk bînin” vekirin. Di çalakiyê de pir caran dirûşmên “Bila kesên winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û “Windakirina di bin çavan de sûcekî mirovahiyê ye” berzkirin. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş daxuyanî da. 

Hiqûq kirine amûrê cezakirinê 

Zîlan Gumuş anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûq, ne ji bo derxistina rastiyê, lê wekî amûrekî parastina bêcezakirinê tê bikaranîn û got: “Mînaka herî şênber doza Kerboranê ye.” Zîlan Gumuş destnîşan kir ku dosya Kerboranê jî mîna dozên Vartînîs û Qulpê, tevî têkoşîna bi salan a malbatan û parêzvanên mafên mirovan, ber bi demboriyê ve hatiye birin û got: “Komeleya Mafên Mirovan ji dema damezrandina xwe ve, di têkoşîna rastî û edaletê ya li dijî windakiriyên di bin çavan de buye yek ji rûmetên herî bingehîn. ÎHDê serlêdanên windayan belge kirine û ji raya giştî re ragihandine, pêvajoyên dozan şopandine, li dijî polîtîkayên bêcezakirinê têkoşîna hiqûqî meşandiye û bi salan e ji bo dengê xizmên windayan bê bihîstin xeteke bênavber a pişgirtiyê hûnandiye. Bangên ji bo eşkere kirina aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin, darizandina kiryaran û rûbirûbûna dewletê ya bi rabirdûyê re biriye mekanîzmayên neteweyî û navneteweyî. Li Stenbol, Amed, Êlih, Îzmîr, Riha, Gever û li gelek bajarên din, ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve her roja şemiyê bi daxwaza edaletê çalakiyên rûniştinê tên li dar xistin. Ev têkoşîna ku ÎHD dimeşîne, ne tenê ji bo dîtina windayan e; di heman demê de ji bo parastina bîra civakî, bidawîkirina bêcezakirinê û ji bo neqewimîna binpêkirinên bi vî rengî têkoşîneke girîng a mafên mirovan e.”

‘Divê aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerekirin’

Zîlan Gumuş anî ziman ku aştiyeke civakî ya rastîn tenê gava ku rûbirûbûna binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên di rabirdûyê de çêbibe pêkan e û da zanîn ku li cihê ku rastî dernekeve holê, edalet dabîn nabe û bêcezakirin berdewam bike aştî nayê avakirin û daxwazên xwe wiha rêz kirin:

*Aqûbeta hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin bê aşkerekirin.

*Sûcê bi zorê ya windakirina mirovan di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bi awayekî aşkere bê birêkûpêk kirin.

*Di hemû dosyayan windakiriyên di bin çavan de dawî li sepanên bêcezakirinê bê anîn.

*Berpirsyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de derkevin pêşberî edaletê.

*Qedexeya mekan a dervayî makeqanûn û hiqûqê û sînorkirina hejmarê ya li Qada Galatasarayê tavilê bê rakirin, da ku Mirovên Şemiyê bikaribin daxwazên xwe bi awayekî azad bînin ziman.

*Tirkiye, Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesên li Dijî Zorla Windakirinê îmze bike, pesend bike û bi awayekî bibandor bixe meriyetê.

*Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser zorla windakirinê bêkêmasî bên sepandin.”

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.