Bi agirê Newrozê nexşeya Kurdistan xêz kirin
Li qada Newrozê ya Qendîlê bi meşaleyan nexşeya Kurdistanê xêz kirin û Newroz pîroz kirin. Li Kerkuk û Xurmalê jî bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Îşev li gelek navendan çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê geş bû. Li Qendîl, Kerkuk û Xurmalê jî gel li hev kom bûn û agirê Newrozê geş kirin. Li Binarê Qendîlê bi meşaleyên Newrozê nexşeya Kurdistanê xêz kirin.
Bi beşdariya hezaran kesan, li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê, di rêze çalakiyên şeva Newrozê de, Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer bi meşaleyan nexşeya Kurdistanê xêz kirin. Li Herêmên Parastina Medyayê, di rêze çalakiyên Newroza sala 2726ê de, Ciwanên Welatparêz û Jinên Şoreşger bi meşaleyên agir koreografiya nexşeya Kurdistana mezin çêkirin.
Piştî çêkirina koreografiya nexşeya Kurdistanê, pîrozbahiyên şeva Newrozê destpê kirin. Nîştecihên deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê û deverên din yên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Biryare sibe piştî nîvro pîrozbahiya mezin ya Cejna Newroza Binarê Qendîlê bi were lidarxistin.
Li Xurmal agirê Newrozê pêxistin
Li navçeya Xurmal a parêzgeha Helebceyê tevî barîn û hewaya sar, bi beşdariya gelek kesayetên navçeyê agirê Newrozê li ser Kelha Gulanbar pêxistin. Emîn Hacî ku çalakiya Newrozê bi rêxistin kir, di şahiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya îro ji du beşan pêk dihat. Yek ji wan bilindkirina ala Kurdistanê bû û ya din jî pêxistina meşaleya Newrozê li ser Kelha Navçeya Gulenbar bû. Wek hêmayek bo her çar parçeyên Kurdistanê, agirê Newrozê bi çar meşaleyan hat pêxistin Çar meşaleyên Cejna Newrozê wek sembola her çar beşên Kurdistanê hatin vêxistin, her wiha piştre wek sembola hatina biharê 21 meşaleyên din hatin pêxistin û Cejna Newrozê hat pîrozkirin.”
Kerkuk Newroz pîroz kirin
Bi beşdariya Parêzgarê Kerkûkê Rebwar Teha, nûnerên hemû partiyên sîyasî yên Kurd û gelek welatiyên bajêr, li ser Kelha Kerkûkê agirê Newrozê pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de Rêbwar Teha anî ziman ku Kerkuk bajarê pêkvejiyanê ye û wiha got: “Li Kerkukê gelek netew lê dijîn. Parastina vê pêkvejiyanê karekî girînge. Divê em hemû vê pêkvejiyanê biparêzin.”
Her sal di 20ê Adarê de, welatiyên ji hemû netewe û olan yên Kerkukê cejna neteweyî ya Kurdan Newrozê û salvegera serhildana Adara 1990î li ser Kelha Kerkukê pîroz dikin.


