Bi Agirê Newrozê wêneyê Mazlûm Dogan xêz kirin
Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan meşiyan û li qada Newrozê bi agirê meşaleyên Newrozê wêneyê Mazlûm Dogan xêz kirin.

Bi sedan xwendevanên Wargeha Mexmûrê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin. Xwendekarên Wargeha Mexmûrê ku sala par bi agirê meşaleyên Newrozê nexşeya Kurdistanê xêz kirin, îsal bi agirê meşaleyên Newrozê wêneyê Mazlûm Dogan xêz kirin.
Xwedkaran piştre bênavber dirûşma ‘Newroz pîroz e’ berz kirin.


