Bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan.

1 deqe xwendin
Bi deh hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Girseya gel li xaçerêya Rêya Hesinî li hev kom bû û ji kolana Kişlayê ber bi ser sînor ve meşiya.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî tevli meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana HSDê’, ‘Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat e’ hatin qîrîn. Girseya gel bi stranên ji bo Rojava meşiya.

Di dema meşê de çalakger zêde bûn û welatiyan xwestin ku sînor bê rakirin. Di meşê de fîşekên hewayî hatin teqandin û polîsan dem bi dem hewl da meşê asteng bikin. Lê belê li gel hemû astengiyan jî meşê dewam kir.

Girseya gel gihîşt ser sînorê Qamişloyê. Hat ragihandin ku civîna Koma DEM Partiyê li ser sînor hat destpêkirin.