Bi deh hezaran li Qamişlo kom bûn û Newroz pîroz kirin
Bi deh hezaran welatî li Qamişloyê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” Newroz pîroz kirin.

Bi deh hezaran kesên ji Qamişlo û gundên derdorê li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê kom bûn û bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” Newroz pîroz kirin.
Welatiyan cil û bergên neteweyî xwe kirin û ketin stadyumê. Stadyum bi rengên zer, kesk û sor, poster û alên cûrbecûr xemilandin. Li qada pîrozbahiyê alênsembola Şoreşa Rojava, YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.
Li qadê pankartên “Berxwedan jiyan e, yekitî hêz e”, “Yekitiya neteweyî ne vebijarkek e, pêdivî ye” û “Em ê bi yekitiyê azadiya xwe bi dest bixin” hatin daliqandin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir. Piştre, dayikên şehîdan agirê Newrozê pêxistin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl di pîrozbahiyê de axivî. Aldar Xelîl Newroz li gel pîroz kir û got: “Em bejna xwe li ber keda Rêber Apo û şehîdan ditewînin. Bi hezaran salan e ruhê Newrozê didome. Em hêvîdar in Newroz bibe wesîleya azadiya ji desthilatê. Ev bi hezaran sal e Newrozê karî xwe biparêze. Li gel ew qas hovîtiyê bi lehengên wekî Mazlûm Dogan gihaşt van rojan.”
‘Newroz nirxên welatparêzî û biratiya gelan e’
Xelîl wiha dewam kir: “Newroz ne tenê şahiyek e, Newroz ruhekî berxwedanê û hebûnê ye. Newroz bi saya jiyana hevbeş û yekitiyê pêk hat. Eger em bixwazin reseniya Newrozê derxin holê, Newroz fitneyê red dike. Newroz nirxên welatparêzî û biratiya gelan e. Gelekan xwest wateya Newrozê biguherînin, lê ruhê wê yê resen nayê guhertin. Heta xwedîderketineke berxwedêr hebe dê wisa geş be. Ji bo ku em xwedî lê derkevin, divê yekitî pêk bê, yekitiyeke Kurdan a demokratîk bi pêş bixin. Ji bo ku yekitî çêbe, ji bo ku di asta dirûşman de nemîne, divê kongreyeke neteweyî çêbe û hêzeke xwe ya hevpar derxe holê.”
Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de got: “Da ku em bikarin li hemberî tevlîhevî, şer û aloziyên heyî xwe biparêzin, eger em vê pêk bînin, em ê bibin pêşengên Sûriyeyeke demokratîk. Wê êdî Kurd bibin pêşengê şoreşa demokrasiyê ya Rojhilata Navîn. Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin, lê ne tenê di sînorên Kurdistanê de ye. Sînor derbas kirine. Ev tê wateya ruhê berxwedanê yê pêşeng. Em ê bi saya şehîd, Rêber û berxwedana xwe bikin ruhê pêşeng ê demokrasiyê.”
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û got: “Rojeke nû, jiyaneke nû li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê agir hat pêxistin. Bi berxwedana şehîdan û felsefeya Rêber Apo em gihaştin vê astê. Dijmin xwest me tune bike, lê me got em hene. Heta Rêber Apo û dayikên şehîdan hebin em bi bin navekin. Berxwedan jiyan e, azadî ji bo Rêber Apo. Newroza we pîroz be.
Komên muzîkê û hunermend derketin ser dikê û stran gotin. Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.


