Bi girseyî banga tevlêbûna meşa li Nisêbînê kirin

Bi sedan kes li navçeyên Artûklû, Şemrex, Qoser û Nisêbînê kom bûn û banga meşa ku sibê li Nisêbînê bê lidarxistin kirin.

1 deqe xwendin
Bi girseyî banga tevlêbûna meşa li Nisêbînê kirin

Li navçeyên Mêrdînê çalakiyên li dijî êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û SMOyê yên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava tên lidarxistin didomin. Bi sedan kes li navçeyên Artûklû, Şemrex, Qoser û Nisêbînê li gelek taxan kom bûn û meşên girseyî li dar xistin.

Artûklû

Welatiyên ku li navçeya Artûklûyê derketin kolanan dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û çalakiya deng derxistinê li dar xistin.

Şemrex

Li navçeya Şemrexê jî li Qada Nûjiyan a navçeyê daxuyanî hate dayîn û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şemrexê Mehmet Salîh Acar ê li vir axivî, êrişên li ser Rojava şermezar kirin û wiha got: “Xwişk û birayên me di bin zilmê de ne. Em jî weke gelê Kurd ji vir deng didin Rojava û berxwedana wan pîroz dikin.” Mehmet Salîh Acar bal kişand ser 5 zarokên ku li Kobanê ji ber sir û seqema zêde jiyana xwe ji dest dan û destnîşan kir ku divê her kes li hemberî zilma tê kirin dengê xwe bilind bikin. 

Qoser

Li navçeya Qoserê jî welatiyên ku daketin qadan ji çar aliyê navçeyê fîşekên hewayî avêtin û çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya Rojava domandin. Welatiyên ku bi wesayîtan konvoy çêkirin kolan bi kolan geriyan û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Welatiyan tevî astengiya polîsan jî çalakiyên xwe domandin. Li aliyê din ciwanan li gelek taxan agir vêxistin, fîşekên hewayî avêtin û dirûşm berz kirin.

Nisêbîn

Li Nisêbînê jî şêniyên taxan çalakiyên deng derxistinê lidarxistin û ji bo meşa sibê tax bi tax kolan bi kolan banga tevlibûnê kirin.