Bi girseyî sena Zîlan Esen kirin
Hat ragihandin ku endama Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Zîlan Esen (Arîn Qoser) di 25ê Tîrmeha 2024an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku endama Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Zîlan Esen (Arîn Qoser) di 25ê Tîrmeha 2024an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Li taxa Ataturk a navçeya Qoserê ya Mêrdînê ku malbata wê lê dijî taziye hat danîn. Endam û rêveberên MEBYADERê jî di nav de ji aliyê bi sedan kesî ve hat ziyaretkirin. Bi sedan kesên ji navenda Mêrdîn û navçeyên derdorê hatin serdana taziyeyê, dirûşmeyên "Şehîd namirin" berz kirin. Girse ji aliyê malbata Esen ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Hevseroka MEBYADERê Makbûle Okmen axivî û ji malbatê re sersaxî xwest. Piştî Okmen, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz bal kişand ser geşedanên piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" û diyar kir ku gel bersiv daye vê bangê û ji bo pêvajo di zûtirîn demê de biqede têkoşîna xwe didomîne.
Welatiyan di axaftinan de sersaxî ji malbatêre xwestin.


