Bi hezaran Kobanî li dijî êrîşên HTŞê û DAIŞê daketin qadan

Bi hezaran Kobanî ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan daketin qadan û diyar kirin ku heta êrîş bidomin dê berxwedana wan jî bidome.

1 deqe xwendin
Bi hezaran Kobanî li dijî êrîşên HTŞê û DAIŞê daketin qadan

Li Kobanê bi hezaran kes li Qada Jina Azad ji bo şermazerkirina êrîşên  çeteyên HTŞê û yên girêdayî dewleta Tirk qadan. Ruxmî ku Kobanê di bin dorpêçekê giran de ye, hezaran kes li qadê kom bûne. Gel ji bo bersiva êrîşan biryardariya xwe raber dike. Ji 7 heta 70 salî hemû Kobanê li qadê kom bûye û çek hilgirtine. Girsêya ku li qadê kombûyê, bênavber dirûşmeyên, "Bijî berxwedana YPG" "Bijî berxwedana YPJ" berz kirin û anîn ziman ku ew ê ji vê qadê qut nebin û heta êrîşan neşkînin berxwedana xwe bidomînin.

Di çalakiyê de daxuyanî jî hate dayîn û biryardariya berxwedanê hate ziman. Çalakî bi dîlan û peyamên berxwedanê didome.