Bi hezaran Kurdistanî komploya 15ê Sibatê şermezar kirin 

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê û bajarên Kurdistanê kom bûn û bi meşên girseyî komploya 15ê Sibatê şermezar kirin û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

1 deqe xwendin
Bi hezaran Kurdistanî komploya 15ê Sibatê şermezar kirin 

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd çalakiyên girseyî li dar xistin. 

Bordeaux

Bi sedan kesên ku li navenda bajarê Bordeaux ê Fransayê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşme û hilgirtina pankartan qadan tijî kirin.  Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Li dijî komployê çareseriya demokratîk”, “Ji Rêber Apo re azadî” û Tecrîd were şikandin, berxwedan wê bi ser bikeve” hatin berzkirin.

Di pankartên ku li qada mitîngê hatin hilgirtin de, hate destnîşankirin ku 15ê Sibatê destwerdaneke navneteweyî ye ku îradeya gelê Kurd hedef digre. Di daxuyaniyan de îşaret bi perspektîfa çareseriya demokratîk a li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dewam dike hate kirin. Mitîng bi daxuyaniyê bi dawî bû.

Atîna
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi sedan kes li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Atinayê, di salvegera komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê de bi daxwaza ji Rêber Apo re azad û ji Rojava re statu meşiyan. Meş heta pêşiya Konsolosxaneya Tirk dewam kir. Kurdistanî û aliyên şoreşger tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya Konsolosxaneya Tirk de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk axaftin hate kirin. Di axaftinê de îşaret bi plana dîrokî ya komploya 15ê Sibatê hate kirin û wiha hate gotin; “Çawa ku di sedsala 20an de li dijî Rêbertiya me komplo hate kirin û xwestin azadiya gelê Kurd asteng bikin, di sedsala 21an de heman komploger, di şexsê Rojava de xwestin careke din komployeke berfirehtir bikin dewrê. Çawa ku gelê Kurd Rêber Apo bi tenê nehişt, îro jî li dijî plana di şexsê gelê Kurdistanê ya çar parçeyê de bi xwedîderketina bi awayekî herî xurt bersivê da.”

Çalakî bi daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava bi dawî bû.

Lyon 

Kurd û dostên wan bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li bajarê Lyon ê Fransayê li hev civiyan û bi dirûşmeya, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” çalakî li dar xistin.

Meş ji Place de la Comédie ku yek ji cihên navendî ya Lyonê ye destpê kir û heta Qada Place Bellecour dewam kir. Girseyê di tevahiya meşê de postera Rêber Apo û bi rengên kes, sor û zer qadê tijî kirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Em komploya navneteweyî şermezar dikin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di dirûşmeyan de piştevaniya bi Rojava re û berxwedana heyî derket pêş. Meş heta Qada Place Bellecour dewam kir. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku tevî ku 27 sal bi ser Komploya Navneteweyî derbas bûye jî Rêber Apo hîna di şert û mercên tecrîdê de tê girtin. Axaftvanan destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo, îlhamê dide projeya civakî û siyasî ya li Rojava hatiye avakirin.

Çalakî bi axaftin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Cizir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî li ber Rêxistina Navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê kom bûn. Girseya pankarta, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” vekir, dowîzên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” vekirin. Girseya heta Çerxereya Dortyolê meşiya sloganên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berzkirin. Welatiyan ronahiyên telefonên xwe pêxistin û tarîtiya şevê ronî kirin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Bager Aşkin di axaftina xwe de diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe. Piştî wî, Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri metna hevpar xwend û destnîşan kir ku komplo têk çûye û Abdullah Ocalan bi ser ketiye. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî komploya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got: “Gelê Kurd her sal li dijî komployê li qadan e. Yahya Menekşe berî 15 salan dema komplo şermezar dikir hat qetilkirin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ev komplo nas nekiriye û em ê nas nekin. Ne komploya 15’ê Sibatê û ne jî komployên li ser Rojava, em tu carî qebûl nakin. Gelê Cizîrê dê her tim xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ev roja reş bibe ronahî, em ê têkoşînê berdewam bikin. Kurdan li Rojava bersiva komployê da. Îro dixwazin komployê nû bikin, lê gelê Kurd dê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bide.”

Girse bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” heta ber avahiya partiyê meşiya.

Stenbol

Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li Qada Aksarayê ya Stenbolê li dijî komploya navnetewî daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbol û navçeyan, Dayikên Aştiyê, HDK, TJA, nûner û rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û pankarta “Bi roniya heqîqetê ber bi azadiyê ve” û “15ê Sibatê dişkinî, bi rêberê azadiyê re 27ê Sibatê înşa dikin” hat vekirin. Hevseroka Stenbolê Arîfe Çinar di daxuyaniyê de axivî û got: “Bi têkoşînê komplo vale derket. Îro pêvajo heye lê hê jî tecrîd berdewam dike. Em dizanin ku pêvajo bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Enqere 

Platforma Saziyên Demokratîk ên Enqereyê, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cahdeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî dan. Parlamenter û cigirê hevserokên giştî yê DEM Partî Mehmet Ruştu Tîryakî, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên giredayî platformê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta li ser, “Em komploya navdewletî şermezar dikin” dinivisî û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû polîsan desteser kirin. Hevserokê DEM Partiyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend û wiha got: “Rojava mînaka wekhevî û azadiya gelan e. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk divê mafê heviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk were.”

Mugla

Platforma Saziyên Demokratîk li Mûglayê li dijî komploya navneteweyî li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê daxuyanî da. Daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Muglayê Zuhal Macît xwend. Zuhal Macîd da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibat a 1999an ve li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de tê girtin lê bi têkoşîna xwe ya ji bo aştiyeke birûmet û demokratîkbûnê, ev komplo pûç kir. 

Daxuyanî bi berzkirina diruşman bi dawî bû. 

Riha 

Li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya Rihayê jî daxuyaniyeke girseyî hate dayin û gelek kes tev li bûn.

Dêrsim

Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê li Kolana Hunerê derbarê Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de daxuyaniyek da. Di xwepêşandana pankarteka bi nivîsa, “Êve roşta raştîye verva ozadîye” hatibû vekirin de, Hevserokê Bajar a Dêrsimê ya DEM Partiyê Ozcan Ateş axivî û komplo şermezar kir. Piştre, Parlamentera bajêr Ayten Kordu axivî û balkişand ser Komploya 15ê Sibatê. Kordu got ku armanca Komployê tunekirina hebûna gelê Kurd bûye. Kordu diyar kir ku ev ne komployeke di kesayeta Birêz Ocalan de li ser Kurdan hatiye sepandin bûye û wiha got: “Armana vê Komploye tunekirina gelê Kurd bû.

Xarpêt 

Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê jî bi heman armancê li Garaja Hozatê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê koma pankarta, “Em Komploya 15ê Sibatê bi ronahiya rastî û azadiyê şermezar dikin” vekirî, Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Saadet Yavuz daxuyanî xwend. 

Çewlîg 

Platforma Saziyên Demokratîk a Çewligê jî Komploya 15ê Sibatê li Qada Bajar bi daxuyaniyekê şermezar kir. Li ser navê koma pankarta “Em Komploya 15ê Sibatê bi ronahiya heqîqê û meşa ber bi azadiyê ve şermezar dikin” vekir daxuyanî hate xwendin. Hevserokê Rêxistina Bajar a Çewlikê ya DBPê Şevket Kalindamar banga mezinkirina têkoşîna li dijî komployê kir. Hevserokê Rêxistina Bajar a Çewlikê ya DEM Partiyê Sedat Ormangoren jî axatinek kir û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. 

Ermenîstan

Komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li Ermenistanê hate şermezarkirin. Li herêma Armavîrê ya Ermenistanê 27emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin.