Bi hezaran Kurdistanî li Elmanyayê meşiyan
Bi hezaran kurd û Kurdistanî li gelek bajarên Elmanyayê daketin qardan û piştgirî dan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Girseya ku daket qadan gotin: "Çav û guhê me li Rojavayê ye.”

Li 6 bajarên Almanyayê bi hezaran kurd û Kurdistanî li dijiî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan. Meşên girseyî bi coş û biryardariyeke mezin pêk hatin. Girseya gel bi alayên TEV-DEM û Kurdistanê, sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” qêriyan û berxwedan silav kirin.
Heilbron
Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê, êrîşên HTŞ, DAÎŞ û çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de yên li ser Rojava hatin protesto kirin. Di çalakiya ku li Kiliansplatzê hat li dar xistin de bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst beşdar bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi xwendina marşa "Ey Reqîb" dest pê kir. Piştre bi siloganên bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava bi pejirandina hêzên navneteweyî pêk tên. Axaftvanan diyar kirin ku Kurdan li dijî terora DAÎŞê şer kirine, bi deh hezaran şehîd dane û bi vê têkoşînê cîhan ji belayeke mezin rizgar kirine. Lê belê hat rexnekirin ku îro heman hêz pişta xwe didin Kurdan û HTŞ’ê didin êrîşkirina li ser Rojava. Çalakgeran destnîşan kirin ku divê Kurd ji bo parastina azadiya xwe bi tundî li hev xwedî derkevin. Di axaftinan de peyama ku bi piştgiriya hemû Kurdan û gelên dost dê li Rojava dîrokek nû were nivîsandin hat dayîn. Çalakî bi silogan û marşan bi dawî bû.
Hagen
Mîtîng û meşa ku li Hagenê hate li dar xistin, bi beşdariya girseyî ya Kurdistanî û bi coş û biryardariyeke mezin pêk hat. Li dijî êrîşên li dijî mirovahiyê yên li ser Rojava, di dema meş û mîtîngê de yekîtî û piştgiriyeke xurt hat nîşandan. Girseya gel bi sloganên ku avêtin ruhê berxwedanê nîşanî hemû cîhanê da û li dijî faşîzm û rêveberiyên zordest hêrsa xwe qêriyan. Di mîtîngê de yekîtiya gel, piştgirî û têkoşîna hevpar gelek caran hatin destnîşankirin. Gotinên wekî “Kes nikare me ji riya me vegerîne, kes nikare vîna me bişikîne. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin!” derketin pêş. Di dema ku berxwedana birûmet a YPG û hêzên parastina gel hate silav kirin, hate diyar kirin ku têkoşîna şervanan heta dawiyê wê were destek kirin.
Hamburg
Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk (MGKD) a Hamburgê, bi armanca protesto kirina êrîşên HTŞ û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li Altonayê meşeke berfireh li dar xist. Bi hezaran kesên ku li ber IKEA ya Altonayê civiyan, li ser rêya Rote Florayê meşiyan. Çalakiya bi pêşengiya MGKD’ê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, Hamburg Für Kurdistan, enternasyonalîstên Elman û rêxistinên jinan ên çep û sosyalîst beşdar bûn. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsa “Defend Rojava, Defend Kurdistan”, “Türkischen Angriffskrieg und Dschihadisten stoppen!”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava” hatin vekirin. Li gel alayên TEV-DEM û Kurdistanê, dovîzên ku balê dikşînin ser komkujiyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistan û şoreşê dest pê kir. Di dema meşê de siloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan” hatin berzkirin. Anja Flach ku li ber Rote Florayê axivî, diyar kir ku komên cîhadîst bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Rojava dikin û bang li hêzên navneteweyî kir ku li şûna bêdengiyê, bikevin tevgerê. Li ser navê TCŞ’ê Bêrîvan Agirî jî got: “Çav û guhê me li Rojavayê ye. Heke pêwîst bike em ê her derê bikin çepera berxwedanê.” Çalakî bi silogan û marşên berxwedanê bi dawî bû.
Freiburge
Li bajarê Freiburgê çalakiyên destekê yên li dijî êrişên li ser Rojava bê navber berdewam dikin. Îro bi hezaran kesên ku li navenda bajêr civiyan, meşeke piştgiriyê ji bo gelê Rojava pêkanîn. Di dema ku jin û ciwanan pêşengiya meşê dikirin, ji bo bîranîna kesên ku li Rojava jiyana xwe ji dest dane mûm hatin vêxistin. Girseya gel di meşa ku nêzî saetekê dom kir de, bi sloganên ku avêtin her tim dan xuyakirin ku ew li gel Rojava ne. Gelê ku qad dagirt, careke din dubare kir ku heta rewşa li Rojava neguherê ew ê kolanên Freiburgê neterikînin. Çalakgeran ragihandin ku sibê êvarê di demjimêr 17.30’an de li heman derê dê dîsa meş were li dar xistin. Di meşê de sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Jin, Jiyan, Azadî” gelek caran hatin avêtin, her wiha dostên Elman ên ku di nav piştgiriya gelê Kurd de ne jî beşdarî çalakiyê bûn. Girseya gel her wiha bi sloganên “Es lebe Rojava, es lebe Kobanê” berxwedan silav kir.
Hannover
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, çalakiyên ku li Hauptbahnhofê li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdlandê tên li dar xistin bê navber berdewam dikin. Piştî axaftinên di çalakiya bi beşdariya berfireh de, meşek hat li dar xistin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de Kurdistanî ji bo Rojava bûn yek dil. Hevseroka FEDDEM’ê Hakîme Yusuf, parlamenter Feleknaz Uca û nûnerên DEFEND Rojava di axaftinên xwe de banga meşa mezin a Rojava ya ku dê roja Şemiyê li Hannoverê were lidarxistin kirin. Tevî barîna berfê jî di dema meşê de siloganên bi Kurdî hatin avêtin. Bi siloganên “Yekê yekê yekê, gelê Kurd yekê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG, YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” peyamên piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hatin dayîn. Çalakî bi destnîşankirina biryardariya gel bi dawî bû.
Kiel
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê, bi armanca protestokirina êriş û komkujiyên ku li Rojava berdewam dikin, mîtîngek girseyî hate li dar xistin. Çalakiya ku bi beşdariya Kurdên li Kielê dijîn û dostên wan ên di nav piştgiriyê de ne hat lidarxistin, saet di 18.00’an de li Asmus-Bremer-Platzê dest pê kir. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre di axaftinan de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser gelê Kurd polîtîkayeke qirkirinê ye û hat diyarkirin ku divê li hemberî vê yekê Kurd bi hişmendiya Kurdistana yekpare tevger bikin. Axivêran diyar kirin ku ji bo dengê têkoşîna mafdar a gelê Kurd were bihîstin, ew ê li qadan bin. Di dema çalakiyê de sloganên “Şehîd namirin”, “Terorîst Erdogan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Kurdistan yek welat e” û “Yek e, yek e, gelê Kurd yek e” hatin avêtin. Bi sloganan hat destnîşankirin ku bi xurtî li mîrateya berxwedana dîrokî ya gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya li Rojavayê Kurdlandê tê meşandin xwedî derdikevin.


