Bi hezaran li Başûr û Bakur ji bo Rojava daketin qadan

Bi hezaran welatî li bajarê Silêmaniyê, navçeya Qeladizê û navçeya Serêkaniyê daketin qadan û êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê şermezar kirin.
Silêmanî
Xelkê Silêmanî ranaweste û bi şev û roj ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser pêya ye. Bi rojane gelê Başûr dadikeve qadan û piştgiriyê dide berxwedana Rojava. Îro jî bi sed hezaran kes li bajar û navçeyan gel daket qadan û ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên girseyî li dar xistin. Li Silêmaniyê piştî pêşkêşkirina Orkestraya Hunerî û Parastina Welat li ser Rêya Salim ya Silêmaniyê dest bi meşeke girseyî ya bi tevlibûna hemû beşên civakê ku ji deh hezaran kes pêk tê.
Hunermendên Silêmaniyê ji bo Rojava strîn
Bi hezaran ku ji hunermend, nivîskar, nûnerên aliyên siyasî, mamosteyên ol, jin, ciwan û hemû beşên civakê tev li meşê bûn û bi yek dengî dirûşmên “Yekîtiya Gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.
Oldarên Silêmanî û Çemçemalê jî pişgiriya Rojava kirin
Oldarên Silêmaniyê û Çemçemalê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kirin û gotin: “Cîhad li dijî neteweyek misilman wek Kurdan nayê kirin, cîhad li dijî dagikeran û kesên êrişî axa te bikin tê kirin. Gelê Kurd xwediyê vê ax û welatek pîrozin, zimanekî wan yê resen ê Kurdî heye, mafê wan heye ku mafên xwe bixwazin.”
Cîgirê Rêveberê Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Mamosta Eta Pênciwênî ji Rojnewsê re axivî. Di axaftina xwe de got: “Dîrokeke tarî dubare dibe. Niha cardin dixwazin Kurdan qir bikin. Ev jî Enfaleke dine. Civaka navneteweyî li hember komkujiya li ser gelê Kurd bêdeng maye, niha hemû deriyên alîkarî û hevkariyên mirovî li ser wan hatine girtin. Em hemû piştevaniya Rojava dikin. Piraniya mamosteyên olî piştgirî dane Rojava û ji minberên mizgeftên xwe xelkê teşwîq kirine”
Li Seyîdsadiq kampanya alîkariya ji bo Rojava berdewame
Li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê jî kampanya komkirina alîkariyê hat destpêkirin. Standa kampanyayê li ser pira nav bazara navçeyê hatiye danîn. Welatî berê xwe didin cihê kampanyayê û alîkariyê didin.
Endamên kampanyayê jî gotin: “Em dixwazin di vê rewşa heyî de alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojava bikin. Em bang li welatiyan dikin ku bi anîna pêdawîstiyên wek xwarin, pere, cil û bergan alîkariya me bikin. Beşdarbûna kampanyayê gelek girînge. Werin kêm jî be barê xwişk û birayên me yên Rojava sivik bikin.”
Qeledizê
Li navçeya Qeladizê ya bi ser Îdareya Raperînê ve ji bo Rojava dakete qadan û meşeke girseyî li dar xist. Êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li dijî êrişan, li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê jî piştgirî roj bi roj mezin dibe. Li navçeya Qeladizê ya bi ser Îdareya Raperînê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dakete qadan û meşeke girseyî li dar xist. Ji gelek derdorên cuda bi hezaran welatî daketin qadan û piştgirî dan Rojava.
Serêkaniyê
Ji bo protestokirina êrişên ser rojavayê Kurdistanê dê di 29ê Çileyê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê meşeke girseyî bê lidarxistin. Starta xebatên têkildarî meşê bi daxuyaniyekê hate dayin û piştre xebatên serdana esnafan hatin kirin.


