Bi meşaleyên Newrozê warê Zekiye ronî kirin

Bi sedan aktîvîstên TJAyê, li Bircên Sûrê bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ geş bikin” meşale pêxistin û Newroz pîroz kirin.

1 deqe xwendin
Bi meşaleyên Newrozê warê Zekiye ronî kirin

Bi sedan aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Agirê Newrozê ku me ji Zekiye û Rahşanan wergirtiye em ê bi dirûşma ‘azadî û demokrasiyê’ geş bikin” li Bircên Ben û Sen ên navçeya Sûra Amedê agirê Newrozê hilkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û hevşaredarên navçeyên Amedê, endam û rêveberên DBP û DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl û bi sedan kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.

Di pîrozbahiyê de beşdarên Newrozê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ey Serok Newroza te pîroz be”, “Jin Jiyan Azadî”, “Yek e yek e yek e gelê kurd yek e” berz kirin. Ciwanan jî çarxa şoreşê xwendin. Jin bi meşaleyan derketin ser sûran û dîmenên rengin ava kirin. Piştre stran gotin û govend gerandin.

Aktîvîsta TJAyê Xecê Şahîn di pîrozbahiyê de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên Kurdistanê pîroz kir û wiha axivî: “Sûr warê berxwedan û têkoşînê ye. Sûr cihê bilindkirina têkoşîna Zekiye Alkan a ku bedena xwe bi agirê Newrozê pêça û agirê Newrozê geş kiriye. Em jî îro li vir, wek jinên Kurd, wek dayikên Kurd, wek gelê Kurd dibêjin ku; li Sûrê, li cihê berxwedanê, keleha berxwedanê, ew agirê ku wê bi laşê xwe bilind kir, heta ku em bigihêjin azadiyê, heta ku em bigihêjin serkeftinê û em aştiyeke bi rûmet mayînde bikin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê têkoşîna xwe bikin govenda gelan.”

Xecê Şahîn li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin rawestiya û wiha domand: “Heta ku em azadiya Rêberê Gelê Kurd a fîzîkî mîsoger bikin em ê têkoşîna xwe bi serkeftin û azadiyê tacîdar bikin. Em bihara gelan, Newroza gelê xwe û careke din Newroza cangoriyan, a berxwedêran û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din pîroz dikin.”

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.