Bi sed hezaran ji bo azadiya Ocalan kom bûn

Bi sed hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê li bajarên Ewropayê kom bûn û meşiyan.

1 deqe xwendin
Bi sed hezaran ji bo azadiya Ocalan kom bûn

Bi sed hezaran Kurdistanî li gelek bajarên cuda yên welatên Ewropayê bi şîara, “Ji bo Rêber Apo Azadî ji bo Rojava Statû” meşiyan û mitîng lidarxistin. Sazî û dezgehên Kurdistanê bi armanca derbirîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwestina statûya ji bo Rojavayê Kurdistanê li bajarê bajarê Cenevre yê Swîsrê, li paytextê Belçîqayê Brûkselê, li bajarên Almanyayê Hambûrg, Manheîm û Karlsrûheyê, li bajarê Holandayê Rotterdamê û li paytextê Fransayê Parîsê bi sed hezaran kes daketin kolanan. Di meş û daxuyaniyan de bangawaziya azadiya Ocalan û nasandina statûya Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Belçîqa

Li Brûkselê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê gelek Kurdistanî û dostên wan kom bûn. Girseyên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin, pankarta, “Ji bo Ocalan azadî ji bo Rojava statû” û “Rojava biparêze” vekir. Bi deh hezaran kes meşiyan û dirûşmeya “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berzkirin. Di meşan de sirûdên şoreşê guhdarkirin. Girse bi coş û peroşek mezin azadiya Ocalan û statûya Rojava qêriya.

Aydar: Emê Kurdistanê biparêzin

Piştî meşê Zûbeyîr Aydar li Brûkselê axivî ûbalkişand ser armanca êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û daxuyand ku ev komployek ji hêla hêzên navdewletî û herêmî ve tên meşandin e. Aydar anî ziman ku çi dibe bila bibe dê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin û destkeftiyan biparêzin. 

Almanya

Gel bi heman armancê li bajarên Almanyayê Manheîm, Kîel, Hambûrg û Karlsrûheyê meşiyan. Di meşan de pankartên daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û statûya Rojavayê Kurdistanê dikin bi Almanî vekirin. Li ser pankarta, “Ji bo Ocalan Azadî”, “Rojavayê Kurdistanê biparêze”, “Jin jiyan azadî” hate nivîsandin. Girseyê alên YPJ, YPJ, ala Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistana Federal û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Girseyên li sê bajaran meş li darxistin, di tevahiya meşên dirêj de sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek e Kurd yek e”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî serok Apo” berz kir. 

Hollanda

Li bajarê Rotterdamê yê Holandayê jî bi heman armanc û daxwazê meş hate lidarxistin. Bi de hezaran Kurdistanî û dostên wan ji 7 salî heta 70 salî tev li meşê bûn. Di meşê de zarokên biçûk xwe bi rengên Kurdistanî xemilandin û li pêşiya mitîngê meşiyan. Girseya pankarta, “Defened Rojava-Rojava Biparêze: Jin Jiyan Azadî” vekir, sloganên dilsoziya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, HSD, YPG, YPJ û şoreşa Rojava re tîne ziman qêriyan. Di meşê de sirûdên neteweyî û şoreşê ji wesayîtan hatin anonkirin û deh hezaran bi yek dengî sirûdê bûn. Girseyê bi yek dengî bersiva sloganên hatine anonskirin da û dubare kir. Piştî meşê axaftin hatin kirin û geşedanên li Kurdistanê hatin destnîşankirin. Di axaftinan de ligel daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya Rojava, girîngiya mezinkirina têkoşînê hate bibîrxistin. Di axaftinan de israra gelê Kurd a di azadiyê û parastina Kurdistanê de hate destnîşankirin.

Swîsre

Li bajarê Siwîsrê Cenewrê jî girseyek bi heybet ji bo Abdullah Ocalan û Rojavayê Kurdistanê meşiya. Bi deh hezaran kes bi seatan meşiyan û dilsoziya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan û Rojava nîşan dan. Di meşê de pankarta, “Rojava Biparêz e: Ji Oclaan re azadî” vekirin û merşên şoreşê gotin. Piştî meşa bi seatan berdaw kir, soza parastina şoreşê û nixên şoreşê hate dayîn. Zarok, ciwan, jin û pîrên bi hevre qêriyan daxuyandin ku dê tu carî dest ji axa Kurdistanê û destkeftiyên şoreşê bernedin. Di axaftinên hatîn kirin de Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê jî hate şermezarkirin. 

Images

Li paytex Parîsê jî wekî bajarên din deh hezar meşiyan. Girseyek mezin li pişt pankartên, “Xweserî ji bo Rojavayê Azad” û “Rojava biparêz” dest bi meşê kir. Gelek alên YPG, YPJ, Rêveberiya Xweser, Herêma Kurdistana Federal û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Di meşa deh hezaran Kurdistanî û dostên wan tevlê bûn de hate daxuyandin ku hêzên herêmî û hegemonîk bi peymana 6ê Çilayê li Parîsê di navbera Îsraîl, DYA, Ingilîstan û Tirkiyeyê pêk hatî, komployek nû ya navneteweyî dane destpêkirin. Axaftvanan balkişand ser seferberiya neteweyî û destnîşan kirin ku bi berxwedanê komplo di astek mezin de hatiye têkbirin. Her wiha ji bo heta azadiya Ocalan û misogerkirina statûya Rojavayê Kurdistan têkoşîn bê mezinkirin.