Bi sed hezaran Kurdistanî ji bo Rojava meşiyan
Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên Kurdan ji bo piştevaniya gelê Rojava bike, li Almanya, Hewler, Antalya, Mêrsîn, Edene û Stenbolê çalakiyên girseyî li dar xistin û meşiyan.

Çeteyên HTŞ, DAIŞ û Artêşa Sûrî ku piştgiriya xwe ji Tirkiye, Şam û hêzên navdewletî digirin, ji serê salê ve êrîşên li ser kurdên Rojava zêde kirine. Komên çeteyan ewil êrîşî taxên kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Piştre derbasî Rojhilatê Firatê bûn û dest bi êrîşa bajarê Kurdan kirin. Piştî li dijî Kurdan komkujî pêk anîn, bertek û nerazîbûnên kurdan ên li dijî êrîşan jî zêde bûn. Ji 19ê Çile heta niha kurd bi şevû roj li qadan çalakiyan pêk tînin.
Li Munihê mîtîng
Li bajarê Munih ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan ku bi rojan in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ, Tirkiye û HTŞê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyan dikin, li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê kom bûn. Kurdistanî û dostên wan li Munihê, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li pêşiya Konsolosxaneya Amerîkayê protesto kirin û peyama piştgiriya bi Rojava re dan.
Girse li pêşiya konsolosxaneyê kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Girseyê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûd hatin xwendin û çalakvanan gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdoğan”, “Bijî Kurdîstan” ve “Bijî YPG” berzkirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.
Li Hewlerê meşiyan
Li Hewlêrê bi sedan kes ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşiyan. Beşdarên çalakiyê ragihandin ku parastina Rojava parastina nasnameya netewî ye. Welatiyan di meşê de ragihandin ku dixwazin Kurdan têk bidin, lê Kurdistan yeke û ticarî jî nabe çar parçe.
Li bajarên Tirkiye kurd daketin qadan
Platforma Saziyên Demokratîk ên li Antalya, Mêrîn û Stenbolê jî bi heman armancê çalakî li dar xistin û êrîş şermezar kirin. Nûnerên civakên demokratîk û sivîl li Stenbolê êrişên li ser Rojavayê yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, çalakî li dar xistin.
Stenbol
Li Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê bi sedan welatî kom bûn û êrîş şermezar kirin. Di çalakiyê de ku li ber Lîseya Şair Abay Konanbay hat lidarxistin, pankarta bi nivîsa "Dîsa û dîsa Rojava, dîsa û dîsa Serhildan" hat vekirin û her wiha dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Hezar silav ji bo kesên ku li Rojavayê şer dkin, "Jin, jiyan, azadî" û "Rojava rûmeta me ye" hatin berzkirin.
Li gorî agahiyan, nêzîkî 20 kes di daxuyaniyê de hatine binçavkirin
Mêrsîn
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrsînê li Taxa Şahîn Tepe ya navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê bi gelek welatiyan re civiya. Tevî dorpêça polîsan jî, girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "YPG gel e, gel li vir e" û "Rojava dê bibe goristana DAIŞ'ê" berz kirin û her wiha sirûda "Ey Raqîp" jî hat gotin. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş li vir daxuyaniyek kurt da û got ku gelê bi rûmet mafê xwe yê xwepêşandanê bi piştgiriya gelê xwe bi kar tîne.
Antalya
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê bi daxuyaniyekê li Meydana Attalos a bajêr êriş protesto kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Antalyayê Selamî Ozyaşar ku di çalakiyê de axivî, got: "Ew kesên ku bi sedsalan e qet dev ji axaftina 'biratiyê' bernedane lê qet xem nexwarine ku Kurdan fam bikin an jî guh bidin wan, bê guman me hêvî nedikir ku hûn dev ji gotinên xwe yên nijadperest û faşîst berdin. Lê vê yekê bizanin: hûn ne tevahiya vî welatî ne. Bi îtîfaqên tarî yên ku we bi tevlîkirina medyayê û hemî saziyan li pişt xwe ava kirine, hûn ê tu carî nikaribin têkoşîna ji bo demokrasî û mafên Kurdan û hemû gel û baweriyan asteng bikin."


