Bi sedan Hewlêrî ji bo parastina Rojava meşiyan

Bi sedan şêniyên gelê kurd li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê çalakî li darxistin û hêrsa xwe li hember helwesta Amerîkayê ya li beramber êrişên li dijî kurdên Rojava nîşan da.
Şêniyan li pêş balyozxaneyên dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Kurd ê Rojava berz kirin û gotin ew piştgiriyê didin seferberiya giştî û berxwedana ku li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker tê kirin.

