Bi şer re koçberî zêde bû

Êrişên DYA- Îsraîl yên li dijî Îranê hefteyek li pey xwe hişt. Kurdên Îranî ji Tehran û Tebrîzê koçî Tirkiyeyê dikin.

1 deqe xwendin
Bi şer re koçberî zêde bû

Şerê DYA-Îsraîl û Îranê di roja 7an de didome. DYA û Îsraîl baregehên leşkerî, qereqolên polîsan, avahiyên fermî yên Îranê bi dijwarî bombe dike. Îran jî êrişî baregehên leşkerî yên DYAyê yên li welatên Rojhilata Navîn didomîn e. Îran di heman demê de li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi dronan êrişî partiyên Kurdan dike. Gelê Îranê yên ji van êrişan bi bandor dibin bi fikar in û ji Tehran û Tebrîzê koç dikin. Bi taybetî welatiyên ku him hemwelatiyên Îranê ne him jî hemwelatiyên welatekî din in koçî Tirkiyeyê dikin.

Îro li deriyê sinor yê Kopikoy yê li navçeya Seravê ya Wanê tevgereke mirovî ji her roj zêditir bû. Gelek Îranî ji bajarên Tehran,Tebrîz û Salmasê derbasî Tirkiyeyê bûn. Welatiyên ku ji deriyê sînor yê Kapikoyê derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûn diyar kirin ku rewş xerab e û li seranserê Îranê êriş berdewam dikin.” 

Xizmên xwe meraq dikin

Li aliyê din welatiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn jî derbasî welatê xwe dibin. Bi taybetî kurd ên ku li Hatay û Stenbolê di karê înşeatan de dixebitin îro qefle bi qefle ji deriyê Kapikoy derbasî Rojhilat bûn. Welatiyên ku ji bajarê Ûrmiyeyê bûn diyar kirin ku ji ber kutbûna înternetê bi rojan e ji malbatên xwe agahî nagirin û ji ber ku rewşa malbatên xwe meraq dikin derbasî welatê xwe dibin.

Çûn û hatin bi sinor e 

Li deriyê sînor yê Bajêrgeh ê navçeya Geverê jî çûn û hatina welatiyan sînordar ê û bi qontrol pêk tê. Li gor agahiyên ku welatiyên ji Îranê derbasî Bakur bûn, Îran destûr dide ku rojê tenê 30 kes ji deriyê Bajêrgeh derbasî Bakûr û Tirkiyeyê bibe. 

TIR ketine dorê 

Îranê ragihandibû ku deriyên sînor yên di navber Îran û Iraqê de ji bo bazirganiyê girtine, lê deriyên bi Tirkiyeyê re ji bo bazirganiyê vekirîne. Îro di nav rojê de gelek TIR li deriyê Bajêgeh ê li navçeya Geverê rawestiyan.