Bi tevî Şaredarê Ataşehîrê ve 18 kes hatin binçavkirin

Di operasyona li Şaredariya Ataşehîr a Stenbolê de Şaredar Onûrsal Adiguzel û 17 kes hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
Bi tevî Şaredarê Ataşehîrê ve 18 kes hatin binçavkirin

Pêla binçavkirin û girtinê li dijî şaredariyên CHPê berdewam dike. Di operasyona li dijî Şaredariya Navçeya Ataşehîra Stenbolê de şaredar Onûrsal Adiguzel jî di nav de 18 kes bi îdiaya “bertîl, bi armanca sûc avakirina rêxistinê û binpêkirina îhaleyê” hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêprisîna Serdozgeriya Komarê ya Anadoluya Stenbolê de tevî şaredar Onûrsal Adiguzel, cîgirên şaredar û hin xebatkar jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku derbarê 2 kesên din de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.