Bîble/Kitêb

Piştî salên dirêj û piştî azmûneya nivîsandina qunciqnûsiya di rojnameya Azadiya Welat de bi nivîsa yekemîn merhebayekê pêşkêşî xebatkar û xwînerên rojnameya Xwebûnê dikim…

1 deqe xwendin
Bîble/Kitêb

Piştî salên dirêj û piştî azmûneya nivîsandina qunciqnûsiya di rojnameya Azadiya Welat de bi nivîsa yekemîn merhebayekê pêşkêşî xebatkar û xwînerên rojnameya Xwebûnê dikim…

* * *

Kurd, weke mirov, weke netewe, weke niştecihên kurdistanî û weke mirovên xwedî kok û asasên ji Rojhilata Navîn du umran (temenan) di umrekî de bi cih dikin û bi vî awayî dijîn. Ji ber wê ye jiyîna ew qas êşan û jixwe kurd dibêjin, “Sed û yek sal jî derbas bibin, ew ê neguherin.”

Ev gotina ku teqabulî demdirêjiyê û serdestan dike, belkî ji bo mirovên diyalekperest ne gotineke pejirandinê be lê li aliyê dîtir weke neynika Lacanî ‘jiyîn’ li ber destê me ye û em jiyînan di teyisîna wê neynikê de jî darîçav dibînin. Jixwe her gotineke xweş, dîrhemeke reş (jehr) tê de heye. Ji lewre tam sed û yek sal derbas bûne û li ser parçeyekî erda me bi navêkomarê welatek hatiye avakirin. Avakarên wê komarê ji hemû hebûnên me re gotine ‘xerabmal’ û ew hebûnên me birine, ji xwe re kirine ‘maldarî’. Me çi qasî xwestiye yên aydî xwe biparêzin jî, bi debûzekî serbizmarî bi serê me ketine. Di serê me qulikên xwînî çêkirine ku her û her xwîneke ziravik jê diherike û me ligel birînên xwe sedsalek li dû xwe hiştiye. Belkî jî ev be kurteya çîroka me, belkî jî ev be bîr û boçûnên me yên der barê XWEBÛNa me de.

Her çi qasî em li ser axa xwe bûne mişextî û ji bo avakirina bîrekê xwe dispêrin dexlê zimanê kurdî jî, neguherbar bi zext û zorên xwe dixwazin bi gomeyên mezin wê bîrê bimiçiqînin. Îcar em xwe li sînoran dixin û ligel rabirdûya xwe li derine dîtir niştecih dibin û ji qewlê Marcel Proustî ve “Jiyana me koçber (di)be jî, hişê me niştecih (dimîn)e”. Em ji nişkê ve serê xwe yê qulkirî, zanîna xwe ya derbxwarî, xwendinên xwe yên bi salan hildigirin û xwe li cihekî ewletir digirin ji bo ku bi dewlan avê li bîra xwe zêde