Prokrûstes û zarokên kurdan

Serkeft Botan

1 deqe xwendin
Prokrûstes û zarokên kurdan

Prokrûstes çîroka dêwekî ye ku li ser rêya Atînayê hatiye jiyîn. Li ser rêya Atînayê bi navê Prokrûstes xwediyê xanekê hebûye. Prokrûstes rêwiyên ku di wê derê re derbas dibûn vedixwendin xana xwe û hurmeteke pir mezin nîşanî wan rêwiyan dida. Nivîneke Prokrûstes ya ji hesin hebû. Prokrûstes ew kesên ku ji bo razanê diçûn ser nivînan dipîva, heke mêvan ji nivînê dirêjtir bûna piyên wan jêdikir, heke mêvan kin bûya diket nav hewldana dirêjkirina wî. Li nav vê xanê aqûbeta kesên kin jî dirêj jî heman tişt bû; mirin. 

Ev zilma Prokrûstes ji hêla lehengê atînayî Teheseûs ve tê bidawîkirin. Teheseûs Prokrûstes dixe nav nivîna wî û jiyana wî bi dawî dike. 

Zarokên kurdan û nivîna Prokrûstes 

Dema em nivîna Prokrûstes û perwerdeya zarokên kurdan a di dibistanên seretayî de bişibînin hev ew metafor bi du awayên sereke derdikeve pêşberî me. 

Zarokên kurd ku bi zimanê xwe yê dayikê mezin dibin dema ku diçin dibistanê perwedeyek bi zimanekî din li benda wan e. 

Birîna lingan: Heger cîhana zarokan, xeyalên wî/wê ji nivîna pergala perwedeyê firehtir be, pergal hewl dide ku wan xeyalan bibire, ziman bibire û zarok bixe nav qalibê teng ku lê nayê û ku wê tê de rehet neke. Pêşî dîmaxa hizirîna zarok qutbirî tê girtin. Cihokên hizirîn û axaftinê û rêya diyalogê tê xitimandin. Zarok lal û bêhişmendî tê hiştin. Derûniya zarok dadikeve bin anormaliyê. 

Yekrengî pişaftin e

Prokrûstes dixwest ku herkesî bike yek pîvanekê. Zarokên kurdan dema ku dest bi dibistana seretayî dikin di pergela perwerdehiya klasîk de bi taybetî ya li ser bingeha netewedewletê yê yekbûyînê; dezgeha çandê mîna nivîna Prokrûstesî ku li zarok nayê. Cudahiyên çandî, rengên herêmî û nasnamaya kurdî weke zêdahiyên ku dibe bên jêkirin dibîne.

Pergala asîmileker zarok weke heyînek xwezayî nabîne. Wan zêdahiyên pêşketinên zarokan ên çand û zimanê wî yê ragihandinê, bê guhertin û wî bi awayekî zorê bikin nav qaliban ku cih bigire li wan tê mêzekirin. 

Her kurdek dema ku dest bi dibistana seretayî kirine di vî warî de çîrok û çîrvanokên wan hene. Zarokên ku bi rehetî nikare bi zimanekî din biaxive, di bin lingê pergala perwer de dimîne. Zarok di navbera zimanê malê de, zimanê dayika xwe û zimanê dibistanê yê fermî dibe du parçe. 

Bandora mîta Prokrûstes, derûnî û êşên zarokan vedike wendakirina xwebûnê (qeyrana nasnameyê). Zarok dema dibîne ku zimanê wî/wê, çîrokên dayika wî/wê û navên gund, tax, navçe û bajarê wî/wê di nivîna dibistanê de cih diguhere hîs dike ku tiştên li cem wî xelet e yan kêm e. Ev dibe sedema ku zarok ji nasnameya xwe şerm bike 

Di nabera eza/ê li malê û eza/ê dibistanê de hişê zarok serûbin dibe. Lalbûn û wendakirina afirîneriyê zarokên ku bi kurdî difikire lê neçar dimîne ku bi tirkî bersiv bide, wek ku lingê wî hatibe birîn nikare gava xwe biavêje. 

Ew zarokên ku li malê jêhatî, bi kêrhatî û çalak in li dibistanê lal an dibin û tiştên ku tên gotin kêm fêm dikin. Ev yek baweriya zarok a bixwe ji binî de hildiweşîne. 

Tirs û trawmaya yekrengî

Prokrûstes bi darê zorê mirov dixist qalibekî. Li dibistanê dema ku zarok ji ber axaftina xwe ya kurdî ku tê cezakirin an jî tê biçûkxistin jî, bi heman awayî dikeve nav qalibekê.

Tirsa herdemî: Zarok hergav ditirse ku xetayekê bike 

Xeyalên qutkirî: Afirîneriya zarok di nav sînorên teng ê zimanekî biyanî de tê kuştin. 

Li şûna ku zarok bibe daristana xwe, dibe dara ku guliyê wê hatibe kesixandin. 

Şikestina têkiliya bi mezinan re

Dema ku pergal fêrî zarok dike ku zimanê malê ne zimanê zanistî û şaristaniyê ye pêwendiya dil û hişê di navbera zarok û mezinên xwe de weke kesê ku nezan dibîne, ev jî dibe sedama ku di navbera zarok û mezinên wî de derizandin û şikestinek derûnî çêdike. 

Sendroma ne ji vir im ne jî ji wê derê me dijîn. Ev bandora herî giran e! Zarok nikare bi temamî têkeve nivîna Prokrûstes. Ji ber ku rabirdûya malbata wî heye. Zimanê dayika wî/wê kilam û çîrokên dayika wî/wê hene. Ji ber vê yekê nikare li derveyî wê bimîne. Ji ber ku pergal zorê lê dike. 

Di encamê de dema ku zarok sedema zextê ku lê têkirin fêm nake, sûc dixe sitûyê xwe û xwe sûcdar dihesibîne. Ev jî dibe sedama ku derûniya wî/wê ser û binê hev dibe.