Nivîseke ji girtîgehê
Di serxweşiya xweşaheng a dengê efsûnî yê Delavê de av, hewa, bilbil, kew û her cure balindeyên kurdewar di canlidariya pîroz a dêlîndêza sibehê de bangî azadiyê dikin

Bendewar bûm…
Pir bendewar bûm,
Bendewar im...
Tu yê bêyî.
Berbangekê ku mêrg bi qiraya spî xemiliye, di vê biriqîna ku bi tîrêjên rojê yên pêşî de; di vê demsibeha ku nîsan, mizîlaq, binefş, qulîrqehwan û bi hezar cure kulîlk di govendê de; di vê dema ku kulîlkên bihîvan, kulîlkên mişmişan û darên berû û gûzan û her cure dar silavê didin terh û bişkovikên li ber teqînê, li berbişkuvînê; di vê serxweşiya xweşahenga dengê efsûnî yê Delavê de av, hewa, bilbil, kew û her cure balindeyên kurdewar di canlidariya pîroz a dêlîndêza sibehê de ku em bangî jiyan û azadiyê dikir;
Bêdengîn min xwe berbida neqeba çem, li ser sikra çîmento “roj baş”ek bida Gola Elo, beriya ku bigiham “Kortê” min berê xwe bida nav hewran, di bin mişmişê xalanê xwe re bi kaşê bin rezê me ve rapeliqiyama, bêyî ku li kevîrên Xirbeya qedîm hilbikuvama, di ser bena rez re min xwe biavêta hundir û biketima gul û gulistana birêzdayiya darên gul, bihîv û hejîran, li ber beroşka dika dêliya ku xwe li takê berûyê pêçaye, bi bêhn û pelnermiya gulan ve serxweş bi te re bêm jîvanê… Di dema ku li bin gulên sorzêriyan, ku min dest daniya ser tipetipa dilê xwe yê bi evîna bêrî û azadiyê dikuta li pey hev dengwer bida klamên evîniyê yên hezkurdewarîn û bi kelecana bêmoletan a wêrekiya xwe… Bi bereketa afirîn a wê axa pîroz…
Bendewar bûm,
Wisa dixwazim ku bi tevahiya afirînêriya xwe, xwe bidim ser bîrkariyê, problemên herî asê çareser bikim, xwe bigihînim sirên ku nayên hejmartin ên di canlidariyan ên herî biçûk ên di zîndewerzaniyê de, bi herî zayekiya xwe ya şênî-şênxweşî guftegoya felsefe, civaknasî û derûnnasiyê, xweberdana kûrahiya dîrokê ya livok a afirîner, xweşsohbetkirina bi wan peyvên ku mirov ji wan têr nabe yên zimanî, şabûnî, hevşabûnî û bi xwegihandina ekla dengbêjiya dêrîn a kalikê min û pê derdên xwe parvekirin a şanîdana birînên kûr a lêgerîna çareyan a xwegihandina bi Loqmanê Hekîm û xwegihandina hizûra bilind a Ehmedê Xanî him hawara xwe gihandinê û him jî mizgîniya vîna Apoyî gihandinê û vegota “êdî vîna kurdî heye hostayê min, xwe bernede nav xeman!”... Di dilrihetiya wijdan, di sebra ewliyayan û di zanîna Zardeştî de…
Bendewar bûm,
Di deryaya azadiyê de fikirîna alem, dinya û jiyaneke bê çîn a bêsînor a bêkedxwarî… Ne zilma serdestan û ne tundiya despotan, ne ya axa û began û ne ya şêx û têgihîştina “qewmê necîb” û ne mengeneya çînî ne jî tehb û eziyeta canlidar û zayendî… Tew ne jî siya dewletê!.. Ne pêşbazî, ne hesabdayîn û sitandin. Pîrozkirina wê jê têrnebûna xweşikiya hebûnê. Wê kelecana, lêgerîna bi te re ya xwestina xwegihandina sira habûnê. Wê kelecan, wê hêrsa pêşciwaniyê, bi wê meraqa zanebûna li heqîqetê pêçan; bi dirustî, bi bêberjewendî û zelal… Bi tevahiya dilê xwe kenîn… Bi vegotina “Xwedakirî em hene, Xwdakirî em dijîn” li rojê xweşrûkenîn û li çiya! Û di her bihuşta axê de rêzdayîna kedê, xwêdanê, xwîn û fîdakariyê… Xwegihandina mêjiyên belavbûyî, xwegihandina dilê bedenên bêmirin… Xweşgotina “hûn dijîn, jiyan tev berhema we ye!” û pê re bi kulmek axê re yekbûyîn….Parvekirinê, hîskirina êşa birînên ku qet çênabin. Di gobiliya bayên çiyê yên ku bêmoletanin de, di nexşkirina dengê dawidîn ê Cegerxwîn ê li dilan û bi Manî re xwegihandina evîna di dilê mirov de, di tehma axê û avê û bi ekla tirî di sûlavên Medyayê de bi herikîna azadîn…
Bendewar bûm…
Niha zilm û wehşeta ku ji dema Hz. Omer Kurdistan dagir kiriye û vir ve; û ji pêncsedsaliya Osmanî û vê di sedsaliya dawîn a Komara Tirkiyeyê de êşa ku me kurdan li ser axa xwe, li welatê xwe , li Kurdistana xwe kişandiye û ku em hê jî dikişînin… Ma çi bibêjim. Jixwe mirovahî bêşerm û bêfedî… Û Kobanî û berxwedan… Em neçûne ber deriyê kesî ji bo zilmê, me axa kesî dagir nekiriye û keda kesî nexwariye. Ji qal û bela em li vir in, em ji çolistana Erebistanê, ji çola Asyaya Navîn nehatine û ne kedxawar û mêtinger in. Lê dinya li ser serê me bûye yek… Ev çi edalet e! Em çi navî li vê erişkariya dijmirovî û bênamûsî bikin!
Va em dibêjin;
Bijî berxwadana Rojava û bijî berxwedana gelê kurd!...
Em kurd hejayî azadiyê ne, dê ev sedsal sedsala me be!..
Dê hesabê kedxwaran têk biçe!..
Bendewarê azadiyê me û bila cîhana rûşerm bibe qurbana guliyeke jina kurd…
Bendewar im…


