‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî dan û xwestin Kurdî...

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyên nivîskî dan û xwestin Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.
Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê wiha ye: “Cejna Zimanê Kurdî, ne tenê di warê ziman de, di heman deme de di warê berxwedana çandî û siyasî de wek nîşaneya têkoşîna hebûnê di rojeva gelê Kurd de cih digre. Lewre, ji destpêka sedsala yekemîn a komarê heya niha di bin siya feraseta yekperest de zimanê Kurdî tune hat hesibandin. Bi polîtîkayên bişavtin û înkarê li ser zimanê Kurdî qedexe, sansur, astengî bi rêk û pêk ketin meriyetê. Înkarkirin û dijminatiya ku li dijî zimanê Kurdî meşiya, di her kêliyên dîrokê de ji aliyê destilatdariyên siyasî ve wek polîtîkeyeke dewletê xwe gihand sedsalan duyemîn. Qebûlnekirina perwedeya bi zimanê dayikê jî nîşaneya herî berbiçav a vê konsepta înkarê ye. Ev konsept di heman demê nîşaneya dijmintiya lidijî nasnameya Kurd û nasnameya gelan e. Li hember înkar û bişavtina sed salî, zimanê Kurdî xwe têkoşîna hebûnê heya îro meşand. Bêguman di bingeha vê têkoşînê de berdilên giran, dilsoziyeke netewî û helwesta azadiyê cih digre. Lê, em dibêjin ‘ne bes e.’ Divê ev têkoşîne pêl bi pêl mezin bibe da ku zimanê Kurdî û tevî zimanên gelan bibin xwedî pêşerojeke azad. Ji ber vê yekê wekî her demê em car din diyar dikin ku; ziman bîr e, çand e, dîrok û nişaneya hebûnê ye. Xwedîderketina zimanê dayikê, parastina nirxên hebûnê ye. Pêşerojeke hevpar, wekhev û azad bi naskirina zimanên dayikê yên gelan pêkan e. Têkoşîna ku îro gelê Kurd ji bo zimanê xwe dimeşîne, di heman demê de ji bo parastina tevî zimanên dayikê têkoşîneke hevpar e. Her wiha, axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafê herî jiyane ye. Em vê daxwaza rewa bi mabesta vê rojê wek bangeke civakî car din tînin ziman! Ji bo avakirina pêşerojeke ku em bi zimanên xwe yên dayikê bijîn, divê ev têkoşîn pêl bi pêl li her parzemînên cîha


