Binarê Qendîlê ji Newroza sibê re amade ye
Bi hezaran kesên ku ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê ku sibê li Binarê Qendîlê bê pîrozkirin bibin, li Qendîlê kom bûn. Ji niha de bi hezaran kes li dora sehna Newrozê kom bûne û li benda pîrozbahiya sibê ne.

Bi hezaran kesên îşev li qada Newrozê kom bûn, bi meşa meşaleyî merasîma pîrozkirina Newrozê li Binarê Qendîlê li dar dixin. Bi hezaran Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer dê bi hezaran meşaleyan bilind bikin û wêneyê nexşeya Kurdistanê li qada pîrozbahiyê ya Newrozê xêz bikin. Piştre wê ji aliyê malbatên şehîdan ve, agirê Newrozê were pêxistin û wê li dora agir li ber stranên Newrozê, Cejna Newrozê were pîrozkirin
Bi hezaran Kurd, mêr, jin, ciwan, kal û pîr û zarok ji her çar perçeyên Kurdistanê li dora Qada Newrozê ya Binarê Qendîlê kom bûne.


