Bîra li pişt dorpêçê; Dimdim

Romana 'Dimdim' ji çîrokeke dorpêçkirinê wêdetir, di wêjeyê de li ser bîra dîrokî hûr dibe. Dimdim ne tenê çîroka dorpêçekê ye. Pêvajoyên dîrokî di nav têkiliyên civakî de dirûv digirin, bîr vediguhere wêjeyê û berxwedan wekî ezmûneke kolektîf derdikeve holê

1 deqe xwendin
Bîra li pişt dorpêçê; Dimdim

Romana 'Dimdim' a Ereb Şemo ku di sala 1966an de li Yêrîvanê hatiye weşandin û xwe dispêre destana Kela Dimdimê, dibe ku wekî çîrokeke dorpêçkirin û berxwedanê xuya bike, lê di esasê xwe de ne tenê metneke bûyerên dîrokî ye. Mirov dikare wê wekî vegotineke ku bîra kolektîf berbiçav dike û pêvajoya dîrokî di nav wêjeyê de disêwirîne, bixwîne. Ji perspektîfa romana dîrokî ve Dimdim, tenê rabirdûyê venabêje; wê di nav têkilî û rageşiyên civakî de jî diyar dike. Ji aliyê perspektîfa bîra kolektîf ve jî, ew şêwazeke ku vegotinên berxwedana devkî vediguhezîne wêjeya nivîskî.

Roman, ne bi sehneyeke şer, bi rêxistinbûna civakî ya Dimdimê dest pê dike. Çarşî, dikandar, sinhetkar, têkiliyên hilberînê, pergala eşîrî û jiyana rojane ya li dora kelehê bi hûrgilî tên vegotin. Ev pergal, nîşan dide ku roman tenê ne çîroka dorpêçekirinekê ye, di heman demê de balê dikişîne ser pergaleke civakî ku hewceyî parastinê ye.

Pêvajoya ber bi dorpêçkirinê

Li navenda vê cîhana civakî Xanoyê Çengzêrîn heye. Li dora wî, derdorên civakî yên cuda hene. Her ku çîrok bi pêş ve diçe, bi zêdebûna zexta Sefewiyan re tengezariyên siyasî kûrtir dibin û Dimdim hêdî hêdî dibe hedefa gef û xetereyan. Di vê pêvajoyê de, xurtkirina kelehê, amadekariyên leşkerî, lêgerîna hevpeymanan û tengezariyên navxweyî li dora ramana parastinê diyar dibin. Bi vî awayî, dorpêç ne wekî bûyereke jinişkave, lê wekî gav bi gav encama pêvajoyeke dîrokî derdikeve holê. Bi destpêkirina dorpêçkirinê re, Dimdim êdî tenê nabe herêmeke parastina leşkerî, vediguhere cihekî ku hebûna kolektîf lê tê ceribandin. Birçîbûn, wêranî, wendahî û gefa hilweşînê, berxwedanê ji têkoşîneke fizîkî vediguherînin formeke dîrokî ya îrade û rûmetê. Di vî warî de, berxwedan ji lehengiyeke takekesî wêdetir, dibe rengvedana hebûna kolektîf.

Şikestina vediguhere bîrê 

Di dawiya romanê de, şikestina Dimdimê wekî şikestineke sivik nayê pêşkêşkirin. Ev şikestin, wekî destpêka mîrateyeke berxwedanê ya ku vediguhere bîrê, bi wate dibe. Bi vî awayî, metn ji çîrokeke dorpêçkirinê wêdetir diçe û li ser esasê avakirin, pevçûn û veguherîna bîrê xisletê vegotineke dîrokî digire. 

Perspektîfa dîrokî

Ev pevbestîn, dike ku roman wekî romaneke dîrokî bê xwendin. Li gorî nêrîna Georg Lukács a ji bo romana dîrokî, metnên wiha tenê vegotinên ku bûyerên berê bi rêza kronolojîk vedibêjin nînin. Meseleya sereke ew e ku ew têkiliyên civakî û şert û mercên dîrokî yên ku ev bûyer tê de qewimîne berbiçav dikin. Romana Dimdimê jî, bi daxilkirina nav vegotinê ya şert û mercên siyasî, aborî û civakî yên ku bingeha dorpêçkirinê amade kirine, dîrokê ne wekî rêzebûyereke sabît, lê wekî pêvajoyeke dînamîk dibîne. Bi vî rengî dîrok, ji paşperdeyeke derekî derdikeve û dibe yek ji hêmanên damezrîner ên vegotinê.

Tevna romanê jî, vê nêrînê xurt dike. Zextên Sefewiyan ên zêde, rêxistinkirina parastinê û nakokiyên navxweyî bi dorpêçkirinê ve gav bi gav pergalekê diafirînin. Bûyer, bi qonaxên hev amade dikin pêş ve diçin û rageşiya dîrokî gav bi gav tîrtir dibe.

Di navenda vê pergalê de, Xano dikare bi rêya têgiha ‘karakterê tîpîk’ a Georg Lukács bê nirxandin. Xano, ji lehengekî takekesî wêdetir, wekî kirdeyekî derdikeve holê ku şert û mercên dîrokî û hêzên civakî lê hasil bûne. Weziyeta wî, ji îradeyeke takekesî bêhtir, ezmûneke kolektîf temsîl dike. Di vê çarçoveyê de, Xano di heman demê de hilgirê bîrê ye. Li dora wî, tişta takekesî û kolektîf tim di nav têkiliyê de ne. Ji ber vê yekê sehneyên dorpêçkirinê ne tenê vegotinên şer in, di heman demê de qadên tîrbûna bîra kolektîf in. Birçîbûn, wêrankirin û berxwedan, ji bûyerên dîrokî wêdetir, vediguherin kêliyên ezmûna hevpar. 

Tevna estetîk

Tevna estetîk a romanê jî, vê piralîbûnê nîşan dide. Rîtma vegotina epîk û çavdêriya civakî ya rasteqîner a destanî, di heman vegotinê de li rex hev tevdigerin. Ev, hem şopa çanda devkî diparêze û hem jî derfetên rasteqîneriya romanê bi kar tîne. Ligel vê, Kela Dimdim jî, ne tenê şûnwarek e, di heman demê de dibe navendeke sembolîk ku pergala civakî, berxwedan û bîr lê kom dibin.

Di vê çarçoveyê de, Dimdim ne tenê çîroka dorpêçekê ye. Ew romanek e ku tê de pêvajoyên dîrokî di nav têkiliyên civakî de dirûv digirin, bîr vediguhere wêjeyê û berxwedan wekî ezmûneke kolektîf derdikeve holê.