BTKê careke din hesabên MA û JinNewsê asteng kir
Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) careke din malper û hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JinNewsê asteng kir. Bi taybetî di serê salê de astengiyên li ser medya kurd zêdetir bûn.

Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê (BTK) malper û hesabên medyaya dijîtal ên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û Jinnewsê careke din asteng kir. Liser biryara BTKê malbarên nûçeyan û hesabên medyaya dijîtal ên li ser Xê yên her du ajansan hatin astengkirin.
Ji bo astengkirinê hinceta "parastina ewlehiya neteweyî û pergala cemaweriyê" hat nişandan. Ji xeynî malpera înterneyê ya JinNewsê hesabên wan ên medyaya dijîtal jî bi heman hincetê hatin astengkirin. Bi heman rengî malpera nûçeyan a Ajansa Mezopotamyayê û sê hesabên li ser X'ê yên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî hatin astengkirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) bertek nîşanî astengkirinê da û got: "Kiryareke din a sansurê li dijî Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê. Piştî êrişên HTŞ'ê yên li ser Rojava, hesabê X'ê yên Ajansa Mezopotamyayê û Jinnewsê cara sêyemîn e ku tê astengkirin. Her wiha, malperên her du ajansan bi biryara BTK ya 21'ê Çileya 2025'an hatine astengkirin. Ji aliyê din ve, hesabê X'ê rojnamevan Dogan Cîhan ku li herêma Rojavayê dixebite jî, hat astengkirin. Em vê sansurê wekî hewldaneke ji bo nixumandina heqîqetê dibînin; ev qedexe êrişên li ser azadiya çapemeniyê ne."


