Çalakiya nobetê ya Maxmûrê di roja 994an de berdewam dike

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku li ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 187an û di roja 964an de bi biryardariyek xurt didome.

1 deqe xwendin
Çalakiya nobetê ya Maxmûrê di roja 994an de berdewam dike

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20ê Tirmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi kom 187an û di roja 964an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.

Çalakiya nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 186an çalakvana bi navê Arjîn Demîr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Rêber Apo got ku ‘heta jin azad nebe civak azad nabe, jiyanek sosyalîst û bi rumet wê bi azadiya jin û parastina nirxên mirovahiyê bê avakirin.’ Di roja me ya îro de şerê cîhanê yê 3’emîn her ku diçe kûr û belav dibe. Êrişên herî dawî li ser Rojava bû. Rêber Apo ew êriş wekî berdewamiya komploya 15ê Sibatê binav kir. Niha jî ew planên komplogeran di Rojhilata Navîn de berdewame.

Ji bo ku dawî li van kirîz û qeyranan were, divê demildest Rêber Apo bi fîzîkî azad be. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe emê têkoşîn û çalakiyên xwe berdewam bikin. Ji bo serxistina Civaka Aştî û Demokratîk emê xwe rêxistin bikin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.