Çapemeniya cîhanê cih da êrişên li ser Rojava

Rojname û ajansên navneteweyî êrişên li ser Rojava yên didomin, di nûçeyên xwe de dîtin.

1 deqe xwendin
Çapemeniya cîhanê cih da êrişên li ser Rojava

Êriş û dorpêçên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayê dewleta tirk ên li ser Rojava didomin. Çapemeniya cîhanê cî da protestoyên li dijî êrişên, daxwazên agirbestê û piştgiriya Tirkiyeyê ji bo êrişan.

Ajansa Associated Press (AP) a li Amerîkayê, nûçeyek bi sernava “Li Sûriyeyê agirbest didome, lêbelê tirs û hêrsa sivîlan didome”. Di nûçeyê de cî da daneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ku dibêje zêdetirî 173.000 kes neçarî koçberiyê bûne. 

Reutersê jî nûçeyek bi sernava “Îngîltere, DYA, Almanya û Fransayê ji bo agirbestê bangî Sûriyeyê kirin” weşand û bal kişand ser ragihandinên agirbestê. 

Rojnameya Die Zeid a li Almanyayê bertek nîşanî birîna keziyên şervanê YPJî ji aliyê HTŞê ve da. Herwiha Die Zeitê di cî da protestoyên jinan ên kezî honandinê û nivîsa bi sernava “kîn û por” weşand. Di berdewamiya nivîsê de ev tişt hat gotin: “Îslamîstek, keziyê jina kurd nîşan dide û li dijî vê jinên kurd ên li çar aliyên cîhanê keziyên xwe dihûnin. Li ser keziyan peyama sembola azadiya jinan tê dayîn. Porên jinên di warê çandî û dîrokî de sembola statuya civakî û rûmetê ye. Keziyên bi zorê hatine birîn desteserkirina her duyan e.”

Rojnameya Il Fatto Quotidioano ya îtalî nûçeyek bi sernivîsa “Tecrûbeya demokrasiya Rojava ji aliyê Sûriye û Tirkiyeyê ve di bin xetereyê de ye” weşand. Di nûçeyê de wiha hat gotin: “Tecrûbeya siyasî û civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em wekî Rojava dizanin, a herî balkêş a serdemê. Lêbelê niha di bin xetereya herî giran deye. Li dijî DAIŞê bi ser ket û tecrûbeyek demokrasiyê ya gelparêz saz kirin. Îro ev şoreş bi awayekî aşkera di bin êrişê de ye.”

Di heman demê hat diyarkirin ku ev êriş ji bo tunekirina etnîkî ye û têkildarî rola Tirkiyeyê ev tişt hat gotin: “Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê, mîlîsên cîhadîst û bi pişgiriya Tirkiyeyê hewl didin xweseriya ku bi têkoşîna hatiye bidestxistin têk bibe. Li Şamê hikûmet di destê kadroyên HTŞiyên ku berê El-Qaîdeyî bûn de ye. Ji bo serdestiyê li tevahiya welat bi awayekî sîstematîk tundiyê disepînin. Hikûmeta Tirkiyeyê bi awayekî aşkera piştgirî dide vê kampanyaya leşkerî; Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan piştgiriya siyasî didin. Balafirên şer, li qada şer balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê tevî cîhadistan tevdigerin.”

Ajansa bi navê Pressenza, People’s Caravan (Karavana Gelan) a ku heftekî berê ji Ewropyê ber bi Kobanê bi rê ketibû girt rojeva xwe. Ajansê roportaja bi karavanê re hatibû kirin weşand û destnîşan kir ku dê aktîvîst ji bo balê bikşînin ser rewşa Kobanê biçin ser sînor. 

Analisi Difesa jî nûçeyek bi sernava “Sûriye: Kurd carekî din dibin qurbanên hevsengiyan” weşand. Di nûçeyê de bal kişand ser rewşa êrişên li ser xweseriyê. 

Tidningen Syre a li Swêdê nûçeyek bi sernava “Piştgiriya ji bo kurdên li Sûriyeyê didome: Hikûmet bêdeng e” weşand û cî da çalakiyên protestoyê.